Mursal Ayar: Ji bo azadiya jinan divê Talîban bê tunekirin

  • 09:01 2 Îlon 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Ji aktîvîstên mafên jinan Mursal Ayar, diyar kir ku jinên Afgan di şerekî mezin de ne û wiha vegot: “Ev şerê li dijî newekheviya zayendî û zext û zorên Talîban in. Ji bo jin bigihêjin azadiya xwe, vegerin jiyanê, divê Talîban bê tûnekirin. Wekê din alternatîf tûneye.”
 
 Di 15’ê Tebaxa 2021’e de Talîbanê rêveberiya Afganîstanê bi dest xist û di ser re 2 sal derbas bûn. Talîban ku daxuyaniyên der barê ku mafê zarokên keç û jinan wê biparêzin da û  ev peyam dan cîhanê. Talîbanê piştî demek kurt polîtîka berovajî kir. Talîbanê ku bi tûndî, qedexe û zextan berê xwe da gelê Afgan, ewilî jin û zarokên keç hedef girtin.
 
Ji aktîvîstên mafê jinan yên Afganîstanê  Mursal Ayar ku berê ji aliyê Talîbanê ve hatibû girtin, desthilatdariya Talîbanê û çareserî vegot.
 
‘Jinan di du salan de rojên herî xerab jiyan’
 
Mursal destnîşan kir ku ji roja Talîban hatiye desthilatdariyê gelek zext hatine kirin û aktîvîstên mafên mirovan li dijî vê li ber xwe dane û wiha got: “Piştî Talîbanê hat gelek qedexe ji bo jian anîn. Qada navneteweyî bertek nişanda û aktîvîstên jinan rabûn ser piyan. Dema Talîban hat desthilatdariyê got wê pêkanîn û qedexeyên li ser jinan rabikin. Lê niha tû qedexe nehatine rakirin û berovajî vê zext û qedexe zêde kirine. Jinên Afgan, di du salên desthilatdariya Talîbanê de rojên herî xerab yên jiyana xwe jiyan. Wekî tundî, girtin û îşkenceya psikolojik.”
 
‘Ne pêkane Talîban bê qebûlkirin’
 
Mursalê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku tevî bertekên civaka navneteweyî, berê Talîban vexwendiyê civîna Neteweyên Yekbûyî hatiye kirin û di vê mijarê de jî wiha vegot: “Ji vê civînê agahiya me hebû. Lê li gorî nûçeyên çapemeniyê dihat gotin ku li ser daxwaza jinên Afgan ev civîn hatiye kirin. Tiştekî wisa tûne bû. Ne pêkane jinên Afgan Talîban qebûl bikin. Bi jinên sîxurên îstîxbarata Talîbanê re roportaj kirin û xwestin denge jinên Afgan bidin sekinandin. Lê şikur jinên Afgan ev hevdîtina NY’ê ya bi Talîbanê re asteng kirin.”
 
‘Hewldana naskirina rêxistinek sûc’
 
Mursalê hewldanên naskirina Talîbanê jî wiha nirxand: “Saziyên navnetewyî, ji bo parêzvanên maf û hinek jinên çalakger alîkarî dan. Lê ev alîkarî bi sînor ma. Em gelek jin û zarokên ku tu saziyan xwe negîhandinê nas dikin.  Çima nakevin tevgrê em nizanin. NY'yê  rêxistinek giobale lê Talîban komek vampîr û terorîst e.  NY hewl dide Talîban nas bike. Hewldanên wisa bidomin wê tu ferqa wan nemîne.”
 
‘Jin hemû xeteriyan didin ber çavan û şer dikin’
 
Mursalê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bêguman li dijî van zext û zordariyan têkoşîn tûne be tu kes nikare li ber xwe bide.  Ji ber vê jinên Afgan ev du sale tevî hemû  xetereyan têkoşîna xwe didomînin. Pir caran Talîban bi tûndiyê vê têkoşînê diçewisîne. Piranî jin bi îşkence û tûndiyê re tên rû hev. Têkoşîna jinan ji bo mafan e. Jinên Afgan di şerekî mezin de ne. Ev şerê li dijî newekheviya zayendî û zext û zorên Talîbanin e. Ji bo jin bigihêjin azadiya xwe, vegerin jiyanê, divê Talîban bê tûnekirin. Wekê din alternatîf tûne ye.”