Çîgdem Kiliçgun Uçar: Yekane astengiya pêş demokrasiyê neçareseriya pirsgisrêka Kurd e

  • 17:01 1 Îlon 2023
  • Rojane
AMED –Çîgdem Kiliçgun Uçar di mîtîna 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya li Amedê de axivî û got: “Astengiya herî mezin a li pêş demokrasiya welat, neçareseriya pirsgirêka Kurde. Ger ku planek we ya çareseriyê tunebe, hunê ji kesê zana bipirsin.” Çîgdemê gotinên Abdullah Ocalan yên ‘derfet bidin min ez hefteyekê de çareser bikim’ bibîr xist.
 
Mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi pêşengiya Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşmeya "Ji bo aştiyeke civakî jiyaneke wekhev û azad" dest pê kir. Qada Statsyonê ku mîtîng lê tê lidarxistin bi alayên partiyê hat xemailandin û pankartên "1'ê Îlonê aştî ye", "Em li ber şeran ardibin, em jin aştiyê dixwazin", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Tu jî ji bo aştiyeke birûmet rabe ser xwe", "Şewitandian daristanan polîtîk e", "Dîsa jin, dîsa jiyan" û "Jin temînata aştiyê ye" hatin vekirin.
 
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û parlementer Adalet Kaya, Halîde Turkoglû, Newroz Ûysal û jinên TJA'yî bi pankartên "Jin, jiyan, azadî" û "Azadî ji bo jinên girtî" ber bi qadê ve meşiyan. Di dema meşê de dirûşmeyên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Jin, jiyan, azadî" û "Berxwedan jiyan e" hatin berzkirin. Tevî hemû astengiyan gel herikî qadê. 
 
Li qadê ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Girseyê bi yek dengî sirûda Çerxa Şoreşê xwend. Piştî rêzgirtinê ciwanan dirûşmeya "Ciwan fedaiyên Apo ne" berz kirin. 
 
Piştî rêzgirtinê Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Amedê Abbas Şahîn li ser navê Komîteya Amadekar axivî û got: "Me dixwest em li vir tiştên xweş bibêjin, lê Dayikên Aştiyê ji bo aştiyê canê xwe didin. Girtiyên me yên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Me soz daye vî gelî, em ê aştiyê bînin vê xakê."
 
‘Gelê Kurd ji bo azadiyê berxwe dide’
 
Paşê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk axivî. Berdan di serî de Dayikên Aştiyê û bi giştî hemû beşdaran silav kir,  1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir, got: "Ger li welatekî azadî û aştî hebe, wateya 1'ê Îlponê jî mezin e."
 
Berdan bal kişand ser dîrokçeya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya cîhanê û got: "Di vî şerî de mirovahî winda kir. Ji bo bi qîmeta aştiyê bê zanîn ev roja hat îlankirin. Li Kurdistanê sed sal in gelê me ji bo jiyaneke azad li ber xwe dide. Vî 50 salên dawî gelê kurd dizane ku her cara firsend bi destê birêz Ocalan ketiye tenê ne ji bo Tirkiyeyê ji bo Rojhilata Navîn hêviyên mezin çêbûne. Lê AKP-MHP ji bo vê hêviyê tune bike, tecrîdê krûtir kir. Ji ber ku dijminê demokrasî û aştiyê ne tecrîdê kûr kirin. Newroza 2013'an a Amedê tê bîra her kesî. Di Newroza 2013'an de Abdullah Ocalan peyama xwe da. Pêvajoya aştiyê dest pê kir. Kurd, tirk, laz û çerkes hemû gelan jiyanê dît. Îro krîza aborî dest pê kiriye. Sedema vê krîzê şer e. Sedema bidawîbûna demokrasiyê şerê li hemberî kurdan e. Ji bo ser feraseta xwe ya faşîst û polîtîkayên xwe yên qirêj bigirin li dijî kurdan dest bi şer kirin."
 
‘Divê destê aştiyê yê Ocalan bigirin’
 
Berdan wiha domand: "Îro ro firkirên birêz Ocalan li seranserê cîhanê belav bûne. Birêz Ocalan li dijî van faşîstan li ber xwe dide. Me ji bo aştiyeke birûmet daye ser vê rêyê. Me gelek bedêl dane, lê heya em azad bibin em ê bedêlê bidin. Meseleya kurd îro ne Tirkiyeyê, bandorê li Rojhilata Navîn jî dike. Îro sedema ku hûn nikarin annekî bibin malê, ev feraseta faşîst e. Bi destê aştiyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin. Ger hûn bi wî destî bigirin, dê aştî çêbibe. Em ê ji bo aştiyeke birûmet heya dawiyê bitêkoşin."
 
‘Aştî pir zimane’
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar jî bi zimanê Kurmanckî gel silav kir. Çîgdemê wiha axaftina xwe kir: “Em jib o dayik, jin, ciwan, dekaran û hemû kesên ji bo ku îro dengê aştiyê bilind bikin hatine vir silav dikin.1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz ve. Bila keda we bibe wesîleya aştiyeke bi rumet. Aştî ne tenê bidawîbûna mirinane. Avakirina pêşerojek azad e. Aştî ne tenê peymanên li ser maseyan tê îmzekirinê ye. Jiyanek wekheve. Aştî pir çandî pir zimanî û pir olî ye. Ji bo keda we hemûyan spas dikim. Mixabin şer didome. Li Rojhilat aNavîn li Rusya-Ukraynayê şer didome. Serdest hewl didin cîhanê îqna bikin ku bê şer nabe. Kurdan berxwedana sedsalî  meşand. Ev berxwedan îradeya me aştiyê xurt dike.”
 
‘Em ê dengê aştiyê bilind bikin’
 
Çîgdemê dayika aştiyê ya di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest daye bibîr anî û got: “Dayikên aştiyê tevî hemû zext û zoran têkoşînê didomînin. AKP’ê hewl da dayikên aştiyê heps bike. dayikên me di vegerê de qeza kirin û jiyana xwe ji dest dan. Ev cînayeteke ku hiqûqa AKP’ê bûye sedema wê. Hêviya aştiyê ya dayikan dewletê ditirsîne. Lê em ê dengê aştiyê bilind bikin.”
 
‘Hunê ji kesê zana bipirsin’
 
Çîgdemê her wiha da zanîn ku polîtîka ku civakê li hev sor dikin girantir dikin û hemû civak serî li tûndiyê dide û wiha dirêjî daye: “Dema rewş wisa dibe desthilatdarî hewl dide nîşan bide ku aştî utopyaye. Lê em ê dawî heta ku aştî neyê wêtêbikoşin. Astengiya herî mezin a li pêş demokrasiya welat, neçareseriya pirsgirêka Kurde. Ger ku planek we ya çareseriyê tunebe, hunê ji kesê zana bipirsin. Birêz Abdullah Ocalan gotin derfet bidin min ez hefteyekêde çareser bikim. Lê yekane tişta dewlet dike tecrîde. Dixwazin gelê Kurd jî bikin bin tecrîdê. Lê nikarin biserkevin.Emê aştiyeke bi rûmet ava bikin.”
 
Mîtîng bi stran û govendê bidawî bû.