'Li Kurdistanê konsepteke şer a cuda di meriyetê de ye'

  • 13:31 1 Îlon 2023
  • Rojane
Rojda Aydin
 
WAN - Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît a ku derbarê operasyonên li ser gundên Kurdistanê tên meşandin û li ser rewşa gundê Çamlî yê Qelqeliyê axivî û got ku îktîdar konseptek şer a cuda kiriye meriteyê. Di heman demê de şandeyek dê îro saet 14.30’an de biçin gund û lêkolînê bikin.
 
Duh danê êvarî leşkeran avêt ser gundê Çamîlî yê navçeya Qelqelî ya Wanê. Leşkeran xaniyê ku 2 kes tê de bûn, gulebaran kirin. Leşkerên ku duh gund dorpêç kirin û operasyon saet di duyê piştî nîvro de danan destpêkirin . Piştî operasyonê di encama gûleberanê de 2 kesên ku di xanî de bûn jiyana xwe ji dest dan û bi makîneyên kar ji bin kavilan hatin derxistin. Nasnameya herdu kesên ku hîn nediyar e, nayê zanîn ku cenazeyê wan birine ku derê.
 
3 kes binçav kirin
 
Di heman demê de gund heta derengê şevê jî dorpêçkirî bû û ketin û derketina gund qedexe bû. Hat destnîşankirin ku leşkeran avêtiye ser maleke li derdorê jî û Omer Kiliççeken, kurê wî Samî Kiliççeken û welatiyekî din Abdûrrahmen Bedîr jî binçav kirine. Hat diyarkirin ku sê kesên ku hatine binçavkirin ji bo îfadeyê birine emniyeta Wanê.
 
Şandeyek bi şev gihîşt gund
 
Li ser rewşa hat jiyîn bi lezgînî şandeya ku ji Parlementerên Partiya Çep a Kesk; Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Sînan Çîftyurek, Mahmût Dîndar û Zulkuf Ûçar, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê pêk hat bi şev ber bi gund ve bi rê ketin. Lê belê leşkeran bi hinceta operasyonê nehişt şande têkeve gund.  
 
Her wiha dê îro jî saet 14.30’an de şandeyek biçe gundê Çamilî û lêkolînê bike.
 
Parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, der barê operasyonên bi vî rengî ku di demên dawiyê de zêde bûne ji ajansa me re axivî.
 
‘Konsepta polîtîqayên şer ên cûda tên meşandin’
 
Gulcanêm, anî ziman ku ev sedsalin polîtîqayên şer li ser vê xalê kirine meriyetê û got ku di 22 salên dawiyê de bi taybetî ev êrîş zêdetir bûne. Gulcanê, destnîşan kir ku di demên dawiyê de konsepta li dijî xweza, çand, ziman û hemû qadên jiyanê yên kurdan bê tunekirin kirine dewrê û wiha domand: “Lê em gotina ku di dawiyê de bêjin em di serî de bêjin; bila kes ji me hêvî neke ku em hînî vê yekê bibin û em ê bêdeng nebînin. Em çawa ku bi salan in têkoşîna vê yekê didin û li ser vê xakê ji bo avakirina aştiyê têkoşînê didin, em ê ji vê şûnde jî vê têkoşînê mezintir bikin. Dema ku em li van êrîşan dinêrin nikarin hemû êrîşan ji hevdû cûdatir bigirin dest. Li aliyekî em dinêrin ku qirkirina xwezayê heye, lê dema em têkoşîna vê yekê dimeşînin hinceta ‘ewlehiyê’ derdikeve pêşiya me. Çend roj berê me dît ku li Farqînê îşkence li koçeran hat kirin û di heman demê de li dijî debara jiyanê jî êrîşek heye. Dema ku em hesabê vê yekê dipirsin dîsa pirsa ‘ewlehiyê’ derdikeve pêşiya me.  Li aliyekî din li Tetwan û Xîzanê çend meh berê êrîşa ku hem li dijî xweza û hem jî li dijî welatiyan hatiye destpêkirin berdewam dike. Li van herêman operasyon û zext hene. Herî dawî jî duh saet li dora  14.00’an de li gundê Çamilî operasyon hat lidarxistin. Leşkeran gund kir bin ablûqayê. Li ser îxbarê xaniyekî ku nêzî kîlometreyek dûrê gunde tê gûlebarankirin. Li ser vê yekê dema ku em lê dinêrin tevahiya gund hatiye dorpêçkirin, ji saet 14.00’an heta nîvê şevê ji gundê tu agahî nehat girtin. Ev di tu hiqûqan de cih nagire. Ev yek nayê qebûlkirin.”
 
Di navbera dîmenan de cûdahî
 
Gulcanê, bi lêv kir ku di navbera dîmenên ku Wezîrê Navxweyî parve kiriye û dîmenê ji wan re hatiye cûdahî heye û wiha axivî: “Di navbera dîmenê me û wan de cûdahiyek gelek mezin heye. Di dîmenê ku gihîştiye destê me de, tê dîtin ku bi helîkopterê êrîşê wê derê hatiye kirin û şewitandine. Piştre li gor agahiyên ku me bi dest xist bi makîneyên kar ew enkaz hatine rakirin û cenazeyê 2 kesan ji wir hatine derxistin. Êrîşeke ku bi vî rengî hat meşandin di hiqûqê de cihê wê tuneye. Em hîn jî nikarin ji gundiyan agahiyê bigirin. Bi şev şandeyek meç û gund, lê destûr nehat dayîn ku bikevin gund. Em ê îro saet 14.30’an de bi şandeyekê biçin gund. Em ê tevî şandeyê  gund lêkolînan bikin. Îro 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê ye. Lê belê em bi salan in li ser vê xakê ji bo aştî bê avakirin têkoşînê didin, lê em her carê bi konseptek cûda ya şer re rû bi rû dimînin. Em ê hînî vê rewşê nebin. Em ê li  dijî vê yekê di her qadê de têkoşîna xwe bidomÎnin. Heta ku aştiyek bi nirx li ser vê xakê neyê avakirin em ê têbikoşin.”  
 
‘Polîtîqayên şerê taybet li ser vê xakê tê meşandin’
 
Gulcan, da zanîn ku her kesên ku li ser vê xakê çavên xwe vedike bi van bûyeran re rû bi rû dîmene û got îro zarokên li gundê Çamilî jî bi heman yekê re rû bi rû ne. Gulcanê, wiha pê de çû: “Dîmenên ku duh gihîştin destên me de qêrîna jin û zarokan me dît. Ji vê herî zêde jin û zarok bandor dibin. Piştre gotina ‘vê dewletê çi bi we kiriye’ zêde tê bikaranîn. Em bi van dengan û di nava şer de mezin dibin. Zarokên me jî niha bi heman şeklî mezin dibin. Em naxwazin ev şer ji nifşan biçe nifşên nû. Li Xîzanê operasyon heye. Wekî ku tê zanîn gund hatin valakirin, lê mirov carekedin vedigerin gundê xwe. Lê niha heman konsept dîsa kirine meriyetê. Dixwazin wan deran bê mirov bihêlin. Dixwazin mirovan ji qadên wan ên jiyanê veqetînin û rêya koçberiyê nîşanê wan didin. Bi vê yekê re hem  di aliyê aborî û hem jî di aliyê çandî de pirsgirêkên mezin dijîn. Ev polîtîqa jî hemû girêdayî hevdû ne. Polîtîqayên şerê taybet li ser vê xakê kirine meriyetê. Em bang hemû sazî û dezgehan dikin ku li hember van polîtîqayan zêdetir têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
Şandeyek bi şev gihîşt gund
 
Gulcanê,  di dawiya axaftina xwe de got agahiya wan ji vê operasyona gund dereng çêbûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Saet li dora 23.00’an de agahiya me pê çêbû. Me bi lezgînî şandeyek ji partiyên siyasî û hiqûqnasan pêk hat avakir û em çûn gund. Dema ku em çûn di destpêkê de du erebeyên sîvîl me di rê de ferq kir. Piştre erebeyek cenazeyê û yek jî ambûlans di ber me re derbas bû. Dema ku em nêzî gund bûn jî me dît ku rê ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin. Me xwest em bikevin gund. Ji ber ku ji rewşa gundiyên wê derê bi fikar bûn. Fermandarê wê derê ji me re destpêkê de got ‘parlamenter dikarin bimeşin û biçin.’ Lê piştre bi hinceta ew der di bin ewlehiyê de ye û wî vê yekê ji bîr kiriye  destûr neda ku em derbas bin. Me israr kir ku bikevin gund, lê destûr nedan. Li ser vê yekê me got em dixwazin bi keyayê gund re hevdîtinê pêk bînin. Bang li keyayê gund kirin û hat. Me çend pirs jê kir. Heta derengê şevê em li wir bûn û ji ber destûr nedidan em derbas bin saet 03.00’ê şevê em paşve vegeriyan. Ji xwe em ê îro dîsa carekedin biçin.”