Di mehekê de 51 caran êrişî 33 herêmên Efrîn û Şehbayê kirin

  • 13:06 1 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter di meha tebaxê de 51 caran êrişî 51 herêmên Efrîn û Şehbayê kirin. 
 
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Leşkerî ya Efrîn û Şehbayê bîlançoya êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên di meha tebaxê de li dijî herêmê parve kir. Li gorî nûçeya ANHA’yê; tenê di meha tebaxê de li dijî 33 herêmên Efrîn û Şehbayê 51 êriş hatin kirin. Di 4 êrişan de dewleta tirk leşkerên hikûmeta Şamê hedef girt û 10 leşker birîndar bûn. 
 
Li gorî bîlançoyê; di navbera 3-31’ê tebaxê de 33 gund, bajarok, navçe û bi sedan herêm hatin bombebarankirin. Di 51 êrişên bi topên hawanê, drone û obûsan de 256 topên hawanê, 6 roket û 6 caran jî dron û SÎHA hatin bikaranîn. Di encama êrişan de ziyanên madî çêbûn.