Li Minbicê 4 zarok hatin qetilkirin

  • 12:14 1 Îlon 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komên girêdayî dewleta tirk, ji bejahî ve êrîşê dibin ser gundên Minbicê. Êrîş yekser li ser sivîlan tê kirin. Hate ragihandin ku 4 zarok hatin qetilkirin.
 
Komên girêdayî dewleta tirk, ji bejahî ve êrîşê dibin ser gundên Minbicê. Di sibeha 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de ji bejahî ve êrîş birin ser gelek gundên li bakur û rojavayê Minbicê.
 
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li hemû nuqteyan di cih de bersiv dan êrîşan û şer dest pê kir.
 
Li gundê Mihsenliyê, ku li bakur û rojhilatê Minbicê ye, di êrîşa destpêkê de 4 zarok hatin qetilkirin. Agahiyên berfireh hîn bi dest neketine.