Li girtiya nexweş revîrê ferz dikin û nabin nexweşxaneyê

  • 09:06 1 Îlon 2023
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Girtiya nexweş Saîme Afşîn a ku cezayê muebeta giran û 48 sal û 8 meh ceza lê hatiye birîn, ‘dermankirina li revîra girtîgehê’ lê tê ferzkirin. Parêzeran serî li DDB’ê dan lê ev saleke bersiva wan nayê dayîn. Saîme tevî hemû polîtîkayên îşkenceyê têkoşîna xwe didomîne.
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdulla Ocalan 24 sal in didome û her wiha ev 30 meh in tu agahî jê nayê girtin. Tecrîda li Îmraliyê bandor li ser hemû girtîgehan jî kiriye. Polîtîkayên dijminahiyê li hember girtiyan bi tecrîdê hîn bêtir giran dibe. Li gorî Komelya Mafê Mirovan (ÎHD) 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Her wiha înfaza girtiyên nexweş bi kêfî tê şewitandin, dermankirina wan têastengkirin. Li gorî daneyên ÎHD’ê yek ji girtiyên nexweş ya li Girtîgehên Marmarayê dimîne Saîme Afşîn e. Saîme 8 sal in girtiye û tevî nexweş e nayê dermankirin.
 
Cezayê muebeta giran danê
 
Saîme di meha Hezîrana 2015’an de dema 19 salî bû li Geverê hat girtin û der barê wê de bi îdiayên ‘xerakirina yekîtiya dewletê’, ‘ji qestî teşebuskirina kuştinê’, ‘’Ji qestî alîkariya kuştinê’, ‘ li ser madeya dîtina bi xeter ’, ‘muxaleftê qanûna 6136’ û her wiha bi îfadeya 22 şahidên veşarî hat darizandin. Di rûniştina li  Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê di 8’ê Mijdara 2018’an de hat dîtin de cezayê muebeta giran û 48 sal û 8 meh ceza lê hat birîn.
 
Ji îşkenceyê ber bi kursiya bi teker…
 
Saîme di pêvajoya girtina xwe de ji ber di pevçûnekê de birîndar bûbû emeliyat bû û platîn xistin çîma wê. Piştî hat girtin şûnde du salan li Girtîgeha Tîpa M ya Wanê girtî ma û li wir gelek îşkence dît. Saîme salekê neçar ma kursiya bi teker bi kar bîne.
 
Di 8 salan de 4 surgun
 
Di encama îtîraza malbat û serlêdana parêzeran de Saîme sewqî Girtîgeha Ispartayê hat kirin û li wir salekê girtî ma û piştre surgunê girtîgeha Jinan a Yenîşehîr a Bursayê hat kirin. Saîme ku du salan li Girtîgeha Bursayê ma, di 2020’î de surgunê Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê hat kirin. Saîme 3 sal in li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê di qawişa du kesî de dimîne.
 
Dermankirina li revîrê tê ferzkirin
 
Saîme ji ber platîna di çîma xwe de dermanan bi kar tîne û malbat neçar dimîne lêçûna dermanan û berhemên ortopetîk bide. Tevî platîn di lingê wê de ye, kontrolên rûtîn nayên girtin û bi însiyatîfa rêveberiya girtîgehê, heta ku rewşek der barê jiyanî de tunebe nabin nexweşxaneyê. Saîme herî dawî salek berê birin kontrola doktor û dema dixwaze biçe nexweşxaneyê jî revîra girtîgehê ferz dikin.
 
Malbatê der barê pêvajoyê de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
Yekane tiştê dest jê bernade têkoşîn e
 
Saîme tevî hemû îşkence, tundî û nexweşiyê tu carê dest ji têkoşîna xwe berneda û li aliyê din jî bi hilberînên xwe têkoşîna jiyanê dide.
 
Li dijî zilmê hilberîna xwe didomîne
 
Birayê Saîmeyê, Munîf Afşîn diyar kir ku Saîmeyê dest bi nivîsandina pirtûkê kiriye û got Saîme kesek mutevazî, lêkolîner e, lêpirsînê dike û zana ye û wiha vegot: “ Saîme dixwaze li dijî evqas kedê, ev zilm raweste. Dixwaze di mijara jin û mafê mirovan de azadî û gelek mafan de zilm raweste. Saîme neheqiyan qebûl nake. Evqas cezayê li Saîme û girtiyên din hatiye birîn dijmirovahî ye. Li Tirkiyeyê temenê jiyanê hema em bêjin 80 derbas nake. Lê cezayên tên dayîn wek a darvekirinê ye. Yanî dibêjin ku bila tu hêviya wan tunebe. Wan rojan efû derket. Hemû tecawizkaran jê fêde girt. Lê siyasetmedaran fêde negirt.”
 
Serlêdan bê bersiv dimînin
 
Herî dawî  ji aliyê dadgeriyê ve di 17’ê Çileya 2022’yan de cezayê muebeta giran û 48 sal û 8 meh cezayê li Saîmeyê hatibû birîn hat erêkirin. Erêkirina ceza di 16’ê Adara 2022’yan de tebligî Saîmeyê hat kirin. Piştî vê parêzeran serî li DDB’ê dan. Lê ev salek e bersiva DDB’ê tê payîn.