Ji bo mitînga 1’ê Îlonê belavok hatin belavkirin

  • 19:50 31 Tebax 2023
  • Rojane
AMED - Parlementerên Amedê ji bo mitînga ku dê sibê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin belavok belav kirin û gel vexwendin mitînga aştiyê.
 
Parlementer û endamên Partiya Çep a Kesk, ji bo mitînga  1’ê Îlonê ya Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin, li navçeyên Sûr, Rezan, Yenîşehîr û Kayapinarê belavok belav kirin. Li navçeya Sûrê parlementerê Amedê Serhat Eren, navçeya Rezanê parlementera Rihayê Dîlan Kûnt Ayan û parlementera Amedê Adalet Kaya gel vexwendin mitîngê. 
 
Parlementer, ji aliyê gel ve bi dilgermî hatin pêşwazîkirin. 
 
Li navçeya Sûrê welatiyan pirsgirêkên xwe ji bo palementer Serhat Eren gotin û ji bo hilbijartina herêmî jî serkeftin xwestin. Welatiyan, diyar kirin ku desthilat çiqas qeyûman tayîn bike jî ew ê dîsa dengên xwe bidin Partiya Çep a Kesk.