Ji jinên ciwan li ser perspektîfên Abdullah Ocalan panel

  • 18:17 31 Tebax 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê panelek Girê Spî li dar xist. Di panelê de perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên li ser jinan û girîngiya rola wan di avakirina civakê de hatin şîrovekirin.
 
Bi dehan jinên ciwan ên kampa koçberên Girê Spî ya navçeya Eyn Îsayê tevli panelê bûn. Rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Nede Şahîn pêşgotinek der barê nêrîn û perspektîfên Abdullah Ocalan ên li ser jinan xwendin û destnîşan kir ku Abdullah Ocalan dixwaze kesayeteke xurt a jinan ava bibe da ku bikarin civakên xwe pêş bixin û dawî li hişmendiya baviksalariyê bînin.
 
Piştre, sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û komploya navneteweyî ya li dijî wî û rola jinan di qonaxa destpêkê ya Tevgera Azadiya Kurdistanê de hat pêşandan.
 
Piştî sînevîzyonê di navbera beşdaran de li ser zehmetiyên li pêşiya jinan derdikevin û girîngiya bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan nîqaş çêbû.