Nobeda Edaletê di roja 36'an de ye

  • 16:31 31 Tebax 2023
  • Rojane
 
 
ENQERE - Ji Emîne Şenyaşar a li ber Wezareta Dadê Nobeda Edaletê bi kursiya bi tekerlik didomîne dîsa hat gotin "wezîr" tune ye. Emîneyê bertek nîşan da û got:"Lawê min berdin ku ez emeliyat bibim."
 
i 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Malbatê, di roja 846’emîn de nobeda xwe ji Rihayê veguhestibû Enqereyê û nobeda li pêşiya Wezareta Dadê di roja 36’an de berdewam kir.
 
Polîsan mudaxaleyî daxuyaniyê kirin
 
Emîne û Ferît çûn ber deriyê Dîkmenê yê Meclîsê û yek ji damezrinerên AKP'ê Fatma Bostan Unsal jî li gel wan bû. Fatma li vir diyar kir ku ev bêedaletî li hemû civakê tê kirin û polîsan mudaxaleyî daxuyaniya Fatmayê kir. Emîne û Ferît bertek nîşanî vê yekê dan. 
 
Emîne û Ferît ber bi Wezareta Dadê ve meşiyan. Malbata hat ber Wezareta Dadê dîsa xwest bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike. Ewlekarên li derve gotin Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ne li cihê xwe ye. 
 
Erdogan nizane ev kujer û mafya ne ?
 
Emîneya dowiza "edaletê" di destan de bi zêmaran da zanîn ku bila lawê wê bê berdan da ku ew jî emeliyat bibe û got:"Qey, tûm wijdan û merhameta we tune ye? Lawê min, hevjînê min kuştin. Erdogan rewşê nizane ? Erdogan nizane ev kujer û mafya ne ?"
 
Malbat piştî çalakiyê vegeriya meclîsê.