MKGP û DFG'ê ji rojnamegerên girtî re name şandin

  • 12:49 31 Tebax 2023
  • Rojane
 
AMED - MKGP û DFG'ê bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cihanê, ji rojnamegerên girtî re name şandin. 
 
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), Komeleya Rojnamegeran a Dicle û Firatê (DFG) ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê, ji rojnamegerên girtî re name şandin. Name bi beşdarbûna rojnamegeran û Parlamentera Partiya Çep a Kesk Sevîlay Çeleng hat şandin.  Rojnamegeran name nivîsandin û li ber PTT'ê axaftinek kurt kirin. Piştre nameyên hatin nivîsandin hatin şandin. 
 
‘Desthilatdarî di destpêkê de rojnamegeran hedef digire’
 
Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Roza Metîna axaftin kir. Rozayê diyar kir ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de jî rojnameger, siyasetmedar, nivîskar, parêzvanên mafên mirovan di girtigehê de ne. Rozayê anî ziman ku  li Tirkiyeyê kijan desthilatdarî hatibe di destpêkê de her tim pêşî rojnameger hedef girtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Desthilatdarî kesên ku tecawizê, destdirêjiyê dikin û kesên ku mafya ne, serbest berdidin. Lê belê rojnamegerên parastina mafê ragihandina civakê dikin bi awayekî bêhiqûqî, bêsûc û sedem tên girtin. Li welatê heq, hiqûq, edalet tune be rojnameger tên darizandin. Rojnamegerên li dijî bêhiqûqî û bêedaletiyê li berxwe didin niha di girtîgehê de ne û wê 1'ê Îlonê di girtîgehan de pêşwazî bikin. Em hêvî dikin ku 1'ê Îlonê bibe wesîle ku hemû rojnameger azad bin û karê xwe bikaribin bikin. Em dibêjin rojnamegerî nikare bê darizandin, rojnamegerî ne sûc e. "
 
‘Dengê rojnamegeran bi girtinan re nayê qutkirin’
 
Piştî Rozayê Hevserokê Komeleya Rojnemegerên Dicle û Firatê (DFG) Serdar Altan wiha axivî: " Em ê rastiyê her tim binivîsin û xêz bikin. Hevalên me yên  rojnameger di girtigehê de jî tiştên ku dikeve ser milên xwe hildigirin. Dengê rojnamegeran bi binçavkirin û girtinê re nikare bê girtin. Em dîsa dubare dikin rojnamegerî nayê darizandin. "