ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2023'YAN

  • 09:00 31 Tebax 2023
  • Rojev
 
*Jinên li Helebê bi hatina 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê re daxwaza xwe ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dubare kirin û wiha gotin:"Bi hatina Roja Aştiyê ya Cîhanê em azadiya rêberê xwe dixwazin." DÎMEN HEYE
 
*Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Wanê, der barê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de de axivîn û gotin dayîk her gav ji bo aştiyê destên xwe dirêj dikin, lê dewleta tirk destên xwe dirêj nake. Dayîkan, xwest ku dewleta tirk dawî li vî şerî bîne û bang li her kesî kirin ku ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin. DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk Canan Çalagan da zanîn ku di 8-9’ê îlonê de diçin konferansa mezin a jinan û got: “Li dijî desthilatdariya AKP’ê û hemû polîtîkayên dijminê jinê û Kurdan, di bin sîwana Partiya Çep a Kesk de em ê bi têkoşînek xurt bersivê bidin û em bi biryar in ku aştî, azadî û edeletê bînin ser vê axê.”
 
*Ber bi hilbijartinên herêmî hevşardara Bêgiriyê Leyla Balkan a ku qeyûm tayînê şûna wê hatibû kirin, diyar kir ku divê li dijî qeyûman zêdetir rexistinbûn hebe û got divê di çarçoveya nrixandina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya der barê rêvberiyên xweser de tevbigerin. DÎMEN HEYE