‘Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan e’

  • 21:31 30 Tebax 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya NY’yê berdewam e. Parlementerê Swîsreyî Carlo Sammuraga beşdarî çalakiyê bû û got, “Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan e.”
 
Çalakiya ku di çarçoveya “Dem dema azadiyê” de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji 25’ê Çileyê 2021’an ve her roja Çarşemê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, ket meha xwe ya 32’an.
 
Çalakiya ku li qada Natîons ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî lê ye hat lidarxistin. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Kasim Erîk axivî û bi bîr xist ku çalakî di meha 32’emîn de ye û diyar kir ku heta saziyên rayedar bi taybet NY û CPT bi erka xwe ranebin û Abdullah Ocalan azad nebe ew ê li qadan bin.
 
Serokê Koma Dostaniya Bi Kurdan a Parlementoya Federal a Swîsreyê Carlo Sommaruga jî beşdarî çalakiyê bû û diyar kir ku divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe û got: “Rastiyeke ku aştiya li Tirkiyeyê bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêkan e. Eger Abdullah Ocalan azad bibe wê bibe mifteya çareseriyê.”
 
Carlo, ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bang li dewleta Swîsreyê kir û wiha got: “Ji bo ku pirsgirêka Kurd bi awayek demokratîk çareser bibe divê dewleta Swîsreyê berpirsiyarî bigire ser xwe.”
 
Piştî axaftinan dest bi çalakiya rûniştinê hat kirin.