Li Silêmaniyê di 6 mehan de 15 jin hatin qetilkirin

  • 20:50 30 Tebax 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Dadgeha Silêmaniyê ragihand ku di şeş mehên ewil ya sala 2023’an de 56 bûyerên kuştinê li Silêmaniyê rû dane û 41 ji van mêr û 15 jin in.
 
Ofîsa Mafê Mirovan a Silêmaniyê di çarçoveya plana stratejîk a desteya serbixwe ya mafên mirov de bi amadebûna serokê dadweriya dadgeha temyîzê ya Silêmaniyê, dadeweran û derûnasan panelek vekirî li ser zêdebûna bûyerên kuştin û xwekuştinê pêkanîn.
 
Di panelê de daneyên sala 2022’an û şeş mehên destpêkê yên sala 2023’an yên bûyerên kuştin û xwekuştinê yên li parêzgeha Silêmaniyê anîn berhev. Li gor amaran di sala 2022’an de 63 bûyerên kuştinê, ji vana 47 mêr û 16 jin bûn. Her wiha di nava şeş mehên destpêkê yên 2023’an jî li parêzgeha Silêmaniyê 56 bûyerên kuştin û xwekuştinê rû dane. Ji vana 41 mêr û 15 jin in.
 
Di panelê de Dadwerê li Dozgeriya Giştî ya Silêmaniyê Selah Letîf axivî û balkişand ser sedemên qetiklirinan û întîxaran. Selah got: “Piraniya sedemên xwekuştin û kuştinê peywendiya xwe bi mijarên civakî, xemsariya wezaretan, aliyê aborî û bandora medya dijîtal ve heye.”
Di panelê de Serokê Dadgeha Tawanan a Silêmaniyê Omer Ehmed jî axivî û got: “Saziyên ragihandinê ji beriya dadgehan destê xwe digihînin tawanbaran û bi awayek neberpirsyarane danûstandinê li gel berpirsên tawanbarên kuştinan dikin. Bi vî rengî saziyên ragihandinê rola dadgehan dibînin u tawanbaran dikin mêhvanê bernameyên xwe. Ev jî dibe sedem tawanbar bi peydakirina behaneyaên ji bo tawanên ku pêkanîne xwe ji cezayên dadgehan rizgar bikin. Pêwîste hikûmeta Herêmê li beramberî vê mijarê xwedî helwest be û ceza li van saziyên ragihandinê bibire.”
 
Her wiha di panelê de Derûnas Luqman Swêdî jî axivî û got: “Aliyên perwerdeya malbatî û civakî rolek sereke hene di derketina pirsgirêkan û zêdebûna amarên xweşkuştinê de.”