'Ji bo aştiyê divê pêvayoja aştiyê ji nû ve ava bibe'

  • 13:00 30 Tebax 2023
  • Rojane
 
AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li Navenda Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) daxuyaniya bangawaziyê ji bo mîtînga yekê Îlonê ya roja înê wê li dar bikeve kir û  wiha got: “ Divê aştî bibe rojeva Tirkiyeyê ya herî girîng û ya pêşî.”
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li Navenda Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ji bo mîtînga yekê Îlonê ya bi dirûşma "Ji bo jiyana wekhev û azad Aştî" roja înê wê li dar bikeve daxuyaniya bangawaziyê kir.
 
Daxuyanî ji aliyê ji Rêvebira Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Dilan Guvenç ve hat xwendin.
 
‘Polîtîkaya neçareseriyê  dibe sedema mirinan’
 
Dîlanê destpêka axaftina xwe de diyar kir ku neçareseriya pirsgirêka Kurdan bi tevayî giraniya xwe û şewata dil û can hebûna xwe didomîne. Dîlanê anî ziman ku li Kurdistan û Tirkiyeyê di qada dadwerî, demokrasî û mafên mirovan de pirsgirêkên giran û asêbûnî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema herî girîng di neçareseriya pirsgirêka kurdan de israr e, em tev vêna qenc dizanin. Ev israr li Tirkiyayê di mijara azadî û mafên bingehîn de, nebersivbûna xwestekên civakî derdixe holê û nêrîna têghîştina polîtîkayên ewlekarî ku ji çareseriyê dûr e, didome. Di rewşa qada lihevdanê de, tundî derdikeve pêş, ev jî bi xwe re dabeşkarî û berbelavbûna zimanê nefretê, kîn û xerezê tîne ku pirsgirêkên zêde giran diafirîne. Polîtîkaya neçareseriyê, her ku dibe sedema mirinan; welêt ji dadwerî, demokrasi û mafê mirovan pir zêde bi dûr dixe, berdêla vê ya malî, aborî bi xwe re pirsgîrêkên giran ên aboriyê tîne. Herwiha Tirkiye di endeksa rêza welatên demokratik ên Cîhanê û endeksa bilindiya dadweriyê ku li gorî herêmên erdnîgarî tê kategorîzekirin de, di rêza pir li paş de cî digire.”
 
‘Divê herkes berpirsiyariyên xwe bînin cî’
 
Dîlanê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku têgihîştina ku divê di çareseriya pirsgirêka Kurdan û pirsgirêkên pê re de, bi tenê nasîn û erêkirina maf û azadiyên kesî, yên şexsî bes e; ji pênasiya ku mesele divê bi erêkirina mafên siyasî û mafên kolektîf ên civakî bên çareserkirin direve, divê biguhere.
 
Dîlanê wiha bi lêv kir: “ Bi rastiya ku dê pirsgirêka Kurdan li ser zemîneke aştî û demokratîk bê çareserkirin; divê rewşa bêlihevdan were avakirin, qada bêtundî ava bibe, ji bo vê jî em bangî hemû aktor, dînamîkên civakî û siyasî dikin ku ji bo avabûna vê rewşê berpirsiyariyên xwe bînin cî.”
 
‘Tirkiye motacî pêvajoya aştiyê ye’
 
Dîlanê bal kişand ser pêvajoya aştiyê û da zanîn ku divê aştî bibe rojeva Tirkiyeyê ya herî girîng û ya pêşî, gavek berî gavekê divê ji siya çek û lihevdanê bê bidûrketin. Dîlanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Tirkiye motacî wê pêvajoya ku çend sal berê hatibû destpêkirin e, wê pêvajoyê di civakê de hêviya aştiyê ava kiribû. Divê ev ji nû de bê avakirin, li ser bingeha hemwelatiyên wekhev û di ronahiya rêgezên gerdûnî de, çareserî aştiyeke mayinde ye, em bang dikin ku ev pêk were. Yekê Îlonê roja Înê mitînga me ya bi dirûşma 'ji bo jiyana wekhev û azad Aştî' wê li dar bikeve. Em ê di 1'ê Îlonê de ji bo aştî, wekhevî û azadiyê li qadan bin."