ROJEVA 30'Ê TEBAXA 2023'YAN

  • 09:00 30 Tebax 2023
  • Rojev
 
*Jinên li Dîclekentê dijîn li dikana Safiye Çoban ava firîngiya çêdikin. Jinên ku xebateke komunal derdixin holê, bi rihê piştevaniyê alîkariya hev dikin. DÎMEN HEYE
 
*Parêzera OHD’yî Ayşe Şehrîban Demîrel der barê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bandora tecrîdê ya li ser hemû aliyan de axivî û wiha vegot: "Heta ku muxalefeta civakî li dijî pergala tecrîdê deng bilind neke wê binpêkirinên mafan zêdetir bin. Lê axaftina tecrîdê wê bihêle ku serlêdanên me bigihêjin encamekê. " DÎMEN HEYE
 
*Di 22’ê tebaxê de Dayikên Aştiyê ku dema ji bo îfadeyê bidin ji Geverê diçûn Colemêrgê qeza kirin û di qezayê de dayikên Aştiyê Adalet Safali, Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk jiyana xwe ji dest dan.  Dayikên Aştiyê yên ku mîrateya hevalên xwe dewr girtin wiha gotin: “Em ê heta dawî têkoşîna wan bimeşînin. Riya wan riya me ye. Em ê her tim di wê rêyê de bin. Em ê her tim aştiyê bînin ziman."DÎMEN HEYE
 
*Piştî erdhêja ku navenda wê Mereş bû û bandor li gelek bajaran kir, bihayên kirê zêde bûn. Li Amedê ji ber bihabûna kirê welatiyan xanî nedîtin. Welatiyên neçar mane di xaniyên zirar dîtine de bijîn, diyar kirin ku  li gel krîzê erdhej jî ji xwe re kirin fersend û kirê gelek zêde kirin.   DÎMEN HEYE