Dayikên Şemiyê bi hinceta ‘qedexeya kevin’ binçav kirin!

  • 16:08 29 Tebax 2023
  • Rojane
 
 
STENBOL - Hate zanîn ku Dayikên Şemiyê hevdîtina wan ya hefteya 961’emîn ji ber ku qeymeqam hat tayînkirin bi biryara qedexeya kevin hatin binçavkirin.
 
Ligel du biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ya “Nabe ku pêşiya daxuyaniyên çapemeniyê were girtin” jî daxuyaniya Dayikên Şemiyê ya ku dixwazin li Qada Galatasarayê bidin her hefte tê astengkirin.
 
Hate zanîn ku Qeymeqamê Beyogluyê beriya hevdîtina 961’emîn a Dayikên Şemiyê tayînî cihek din hatiye kirin lê bi  bi hinceta biryara Qeymeqamtiya Beyogluyê çûna Kolana Îstîklalê dîsa li dayikan asteng kirin û ew binçav kirin.
 
Biryara qedexeyê nehate nîşandan
 
Li gor nûçeya T24’ê; Herî dawî tevî hemû israra kesên ku roja Şemiya borî hatin binçavkirin û parêzerên wan jî biryara qedexeyê ya Qeymeqamtiya Beyogluyê bi hinceta “kopiya wê tune ye” nehat dayîn. Li şûna wê “rapora binçavkirinê” ya ku ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Beyogluyê ve derbarê 26 kesên ku hatine binçavkirin de hat amadekirin, hat nîşandan. Lê di raporê de her wiha diyar bû ku ji bo wê hefteyê ji aliyê Qeymeqamtiya Beyogluyê ve biryara qedexekirinê ya nû nehatiye dayîn.
 
Bi biryara qedexeya kevin binçavkirin û astengî hatin kirin
 
Di raporê de ku nav û jimareyên nasnameyên 26 girtiyan cih digire de, hêjmara biryara qedexeyê bal kişand. Parêzerên xizmên windayan rapora ku ji aliyê Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Eyoglûyê ve hatibû amadekirin lêkolîn kirin, hêjmara qerara qedexeyê ya Walîtiya Beyogluyê bi daxuyaniya Mirovên/Dayikên Şemiyê 5'ê Tebaxê ve girêdayî ye û hat zanîn ku ew heman biryara qedexekirinê ya bi jimareya E-34255955-81381-2023080413541119791 e ku ji aliyê Qeymeqamtiya Beyogluyê ve di 4’ê Tebaxê de hatiye girtin.
 
Parêzeran zanîn ku biryara qedexeyê ya ku di rapora desteserkirinê de ji bo astengkirin û binçavkirinê weke bingeh hatiye nîşandan, di 5’ê Tebaxê saet 23:59’an de bi dawî bûye. Ji bo parêzeran der barê biryara nû de agahî nedane. Nehate diyarkirin ku biryareke wiha hatiye dayîn yan na. Hêjayî bibîrxistinê ye ku hefteya ku biryara kevin hat bikaranîn hevdemî bû bi hefteya ku Qeymeqamê Beyogluyê yê ku biryarên qedexeyê dabû bi biryarnameya ku di 24’ê Tebaxa 2023’an da hat weşandin li bajarekî din hat tayînkirin balê kişand.
 
Ji bo pêşî li çalakiya Dayikên Şemiyê bê girtin, beriya niha biryarên qeymeqamên navçeyên cuda yên bi wekîl hatibûn girtin, weke hincet hatin nîşandan.