Kongra Star ji bo jinên ereb perwerde da destpêkirin

  • 09:02 29 Tebax 2023
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Li Taxa Şêxmeqsûdê perwerdeyek xweser ji bo jinên ji pêkhateya Ereb hat destpêkirin. Jinên têkildarî vê perwerdeyê hestên xwe anîn ziman wiha gotin:"Armanca me ya ji bo destpêkirina vê perwerdeyê, bi taybet ji bo jinên ji pêkhateya Ereb ew bû ku em bikaribin jinan bi rêxistin û zana bikin. Me xwest em ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên ku zêdetir piştgiriya azadiya tevahî jinan dike, bi wan bidin naskirin. "
 
Li Taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê Akademiya Kongra Star ji bo jinên ji pêkhateya Ereb ên di taxê de perwerde da destpêkirin. Bi navê perwerdeya Pakrewan Yusra Derwîş ji bo 15 rojan ev perwerde hatiye destpêkirin. Ev perwerde ji bo xurtkirina îdeolojiya jinan e. Di heman demê de gelek semîner derbarê mijarên cuda de wê bên dayin. 21 jin tevlî vê perwerdeyê dibin. 
 
Ji bo xurtkirina îdeolojiya jinan perwerde hat destpêkirin
 
Endama Akademiya Kongra Star Raniya Hemo derbarê destpêkirina vê perwerdeyê de wiha ji ajansa me re axivî:"Ev cara duyemîn e ku em di taxa Şêxmeqsûdê de perwerdeyên xweser, ji bo pêkhateyên ereb didin destpêkirin. Vê carê jî me perwerde tenê ji bo jinan da destpêkirin. Bi navê perwerdeya Pakrewan Yusra Derwîş ji bo 15 rojan me da destpêkirin. Ev perwerde ji bo xurtkirina îdeolojiya jinan e. Di heman demê de gelek semîner derbarê mijarên cuda de wê bên dayin."
 
Perwerde bi encam bû
 
Raniya di berdewamiya axaftina xwe de derbarê encamgirtina jinan a ji perwerdeyê de wiha got:"Jinên tevlî perwerdeyê bûne pir dixwazin ramanên Rêber Abdullah Ocalan nas bikin. Xwestin bi riya vê yekê, fikrê xwe û xwe azad bikin. Ji ber ku baş zanin azadiya wan encax bi riya fikir û ramanên Rêbertî gengaz bibe."
 
Daxwaza me herdem pêşketin û rêxistinkirina jinan e
 
Di dawiya axaftina xwe de Raniya derbarê armanca wan a destpêkirina vê perwerdeyê de wiha axivî :"Armanca me ya ji bo destpêkirina vê perwerdeyê, bi taybet ji bo jinên ji pêkhateya Ereb ew bû ku em bikaribin jinan bi rêxistin û zana bikin. Me xwest em ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên ku zêdetir piştgiriya azadiya tevahî jinan dike, bi wan bidin naskirin. "
 
Sûda ku ji vê perwerdeyê hat girtin, pêşketina kesayetî bû
Mamosteya ji pêkhateya Ereb a tevlî perwerdeyê bûye, Ehlam Hicazî wiha derbarê pêşketina keseyeta xwe de axivî:"Ez spasiya akademiya Kongra Star dikim ku derfet ji bo me ava kir ku em jî cihê xwe di vê perwerdeyê de bigirin. Min gelek sûd ji vê perwerdeyê girt. Bi taybet ji aliyê pêşketina kesayetî de. Bi riya dayîna semînerên li ser rastiya PKK'ê, hevjiyana azad, zayenperestî û h.w.d me xwe pêş xist."
 
Banga tevlîbûna perwerdeyan 
 
Di dawiya axaftina xwe de Ehlamê ji bo tevlîbûna perwerdeyan bang kir û wiha got:" Ev cara sêyemîn e ku ez wekî jineke ji pêkhateya Ereb derbasî nava perwerdeyan dibim, lê her carê ji berê zêdetir ez pêş dikevim. Kesayeta min ji berê bi hêztir dibe û zêdetir em ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku banga azadiya tevahî jinan dike, nas dikin. Em serkeftinê ji bo rêxistina xwe dixwazin û banga me ji bo tevahî jinan heye ku xwe tevlî perwerdeyan bikin."