DÎSK çû serdana Partiya Çep a Kesk

  • 14:57 28 Tebax 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Şandeya DÎSK’ê li Meclisê serdana hevberdevkên Partiya Çepên Kesk kir.
 
Seroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Şoreşger  (DÎSK) Arzû Çerkezoglû, Serokê Sendîkaya Karê Giştî (Genl Îş) Remzî Çalişkan û rêveberên DÎSK’ê serdana hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin li Meclisê kirin. Parlamenterê Partiya Çep a Kesk a Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî û endamên MYK’ê Sevtap Aktag û Mehmet Nûrî Ozdemîr tevlî serdanê bûn.
 
Seroka DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû derbarê kampanyaya Di Bacê de Edalet agahî da û got: “Divê barê giran ê bacê yê li ser xebatkaran bê rakirin.”
 
Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin jî ev tişt got: “Di dema nû de hêza kirînê her ku diçe dikeve. Ji ber belaviya muxalefetê, di têkoşînê de nuqteyên hevpar nayên afirandin. Em jî hewl didin ku vê valatiya muxalefetê dagirin û bi hemû muxalefetê re xetek hevpar biafirînin. Rejîma heyî xebatên tasfiyekirina siyaseta Kurd û muxalefetê didomîne. Ev, di heman demê de hewl dide ku her kesê di vê têkoşînê de hevpar tasfiye bike. Me di têkoşîna li Akbelenê de dît. Eger em yekîtiya xwe ya di têkoşîna li kolanê de, bi gotina xwe ya di Meclîsê de hevpar bikin, wê têkoşîna civakî mezin bibe.”
 
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî got ku wê têkoşînek bi bandor bimeşînin.