DBP'a Êlihê dest bi amadekariyên kongreyê kir

  • 12:59 28 Tebax 2023
  • Rojane
 
 
ÊLIH - DBP'a Êlihê dest bi amadekariyên kongreyê kir. Di daxuyaniya îro ya DBP'ê de hat gotin: "Werin em bi hev re vê pêvajoyê bihûnin."
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) a Êlihê têkildarî kongreya dê pêk bînin li avahiyê partiya xwe de daxuyanî da. Endama Meclisa Partiyê (PM) ya DBP’ê Nûrten Uzumcu û endamên Komîsyona Kongreyê ya DBP'ê tev li civînê bûn. Endamê komîsyonê Mûrat Yargi di daxuyaniyê de axivî. 
 
'Me dest bi xebatên xwe yên kongreyê kirine'
 
Mûrat, bal kişan ser girîngiya rêxistinbûnê û ev tişt gotin: “Di vê pêvajoya ku em xeta xwe ya siyasî û pirsgirêkên xwe yên rêxistinî dinirxînin de rêxistinkirina pêvajoyên tevlibûna demokratîk weke berpirsiyariyek girîng li pêşiya me disekine. Têkoşîna ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, berpirsyariyeke polîtîk a me tevan e. Em radigihînin ku me dest bi xebatên xwe yên kongreyê kirine. Di vê hêlê de nêrîn û pêşniyarên gelê me dê pêşî li me vekin. Em weke nûnerên xeteke bi bingeh û xwedî tecrube, baş dizanin ku her pêvajoya ku em bi gelê xwe re bi rê ve dibin dê bi ser bikevin."  
 
'Werin em bi hev re vê pêvajoya nû bihûnin'
 
Mûrat, li ser girîngiya tevlibûna gel sekînî û axaftina xwe wiha qedand: "Ji bo ku pêvajoya pêşiya me bi hostayî were hûnandin, ji bo ku em siyaseta xwe mezin bikin, bandora têkoşîna xwe berfirehtir bikin, ji bo polîtîkayên zext û zorê têk bibin, ji bo siyaseta rêya sêyemîn were xurtkirin, ji bo siyaseta me ya navenda wê ciwan û jin bi ser bikeve, ev kongreya me gelek girîng e. Di vê çarçoveyê de em banga xwe ya ji bo gelê xwe dubare dikin. Werin em bi hev re vê pêvajoya nû bihûnin."