Jî Kon MED'ê banga tevlibûna çalakiyên li dijî tecrîdê

  • 09:59 28 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - KON-MED'ê ji bo çalakiyên 2'ê Îlonê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan banga tevlîbûnê kir.
 
Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanya (KON-MED) bi daxuyaniyekê jî bo tevlibûna çalakiyên 2'yê Îlonê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku dê bên lidarxistin  banga tevlibûnê kir. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji Tebaxa 2019’an û vir ve tu agahî ji Rêberê Gelê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin û ev tişt hat gotin, “Gelê Kurd agahî li ser tenduristî, rewş û mercên Rêber Apo nagire. Vê bêdengiyê fikarên me yên li ser tecrîda girankirî ya Rêber Apo kûrtir kiriye."
 
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye: Bi milyonan Kurdistaniyên ku van pêkanînên dijmirovahî li dijî Rêber Apo napejirîne û weke êrîşa li dijî vîna xwe dibînin, dixwazin demildest agahî bê girtin. Rêber Apo ne kesek e ji rêzê ye, hemû jiyana xwe daye azadiya gelê Kurd û xwediyê felsefeya ronakbîrî û azadiyê ya serdema me ye. Divê di zûtirîn demê de destûr bê dayîn ku Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne û ji bo vê em banga çalakiyên li dijî tecrîdê dikin.
 
Eger îro em ji jiyan, tenduristî û mercên ku Rêber Apo tê de dijî ne xwedî agahî ne, vê rastiyê derdixe holê ku xwedîderketina me ya heyî têrê nake. Ji ber vê yekê weke KON-MED’ê em bang li gelê Kurdistanê, dostên xwe, beşên çep sosyalîst û hemû kesên ku baweriya wan bi nirxên azadiyê heye dikin ku di 2’ê Îlonê de bi dirûşma ‘Ji Rêber Apo re Azadî û Çareseriya Pirsgirêka Kurd’ di asta herî bilind de beşdarî çalakiyan bibin.”