Xwebûn bi manşeta Aştî Nefesa Gelan e derket

  • 09:54 28 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 193’emîn a rojnameya Xwebûnê ku hefteyê carekê derdikeve, bi manşeta “Aştî Nefesa Gelan e” derket pêşberî xwînerê xwe.
 
Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di manşeta xwe de cih daye  pêvajoya şer û aştiya cîhanê û rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê. Rojname li ser hewldanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên aştiyê ku ji salên 1993’an heta niha didome rawestiya. Rojnameyê vê hefteyê li ser girîngî, wate û têkoşîna ji bo aştiyê bi parazvanê mafên mirovan Akin Bîrdal re hevpeyvîn kiriye. 
 
Rojnameyê di surmanşetê de jî cih daye armanc û amadekariya Konferansa Jinan a Neteweyî. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk Canan Calagan li ser pêvajoya konferansê agahiyên berfireh dane.
 
Dîsa bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran re axivî ye. Havvayê li ser têkoşîna dayikan a ji bo aştiyê û helwesta dewletê ya li dijî dayikan avivî ye.