Rêhevalên Pêrîşan û Adaletê: Em ê têkoşîna wan bidomînin

  • 09:04 28 Tebax 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
COLEMÊRG - Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Geverê ku rêhevaltiya dayîka Pêrîşan Akçelîk û Adalet Safali kirine, destnîşan kirin ku wan bi tenê daxwaza aştî û wekheviyê kirine û gotin ew ê têkoşîna wan bidomînin.
 
Di 15’ê tebaxê de polîsan li navenda Colemêrgê û navçeyên wê Gever, Çelê û Şemzînanê bi ser gelek malan de girtibûn û endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê jî di navê de bi giştî 23 kes hatibûn binçavkirin. Polîsan bi ser malên Dayîkên Aştiyê Adalet Safali û Pêrîşan Akçelîk de jî girtibûn û ji ber ne li malê bûn nehatibûn binçavkirin. Piştî ku dozgeriyê ji bo îfadeyê bangî wan kir Adalet Safali, Pêrîşan Akçelîk û kurê wê Cihan Akçelîk di 22’ê tebaxê de ji bo îfadeyê ji Geverê diçin Colemêrgê û di dema vegerê de qeza dikin. Dayîk Adalet û Pêrîşan û kurê Perîşanê Cihan jiyana xwe ji dest didin û her wiha parêzer Erdal Safali jî di qezayê de bi giranî birîndar bû û hîn li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê tê tedawîkirin.
 
Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Geverê ku rêhevaltiya Adalet û Pêrîşanê kirine, gotin heta dawiyê jî daxwaza wan aştî bûye.  
 
‘Dayîkên me destên aştiyê dirêj kiribûn’
 
Mahsûme Yaşar, anî ziman ku her du Dayîkên Aştiyê bi salan e ji bo jiyanek aştiyane têkoşînek mezin didan û wiha got: “Dayîka Pêrîşan wek dayîka Sîsin di nava civakê de dihat nasîn. Em bi herdu dayîkên xwe re her gav bi hev re tevlî xebatan dibûn. Em hemû bi hev re tevdigeriyan. Dayîkên aştîxwaz bûn. Dayîkên me destên aştiyê dirêj kiribûn. Lê îktîdarê destên xwe dirêjî vê daxwazê nekir. Dayîk naxwazin ku dilê tu kesekî biêşê. Lê belê dema em îro lê dinêrin zilmek mezin li ser dayîkan heye. Sûcê tu dayîkan tune bû û di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan. Bi ser malan de girtin û bangî dayîka Sîsin û Adaletê kirin ku biçin îfadê bidin. Çend caran geriyan. Dayîka Sîsin ji xeynî daxwaza aştiyê tu sûcek din nekiriye. Sûcên dayîkên me daxwaza aştî, wekhevû û azadiyê ye. Ev neheqî û zilm e li dayikan tê kirin. Îktîdarê mirovahî nehiştiye. Ne Wezîrê Dadê, ne dewlet  û ne jî siyasetmedar peywira xwe bi cih naynin. Tu kesî ji bo van dayîkên me peywira xwe bi cih neanî. Dayîk her gav aştîxwaz in. Dayîk tu carî şer û kuştinê naxwazin. Ev dayîkên me jî li dijî vê yekê têdikoşiyan. Em dibêjin êdî bes e. Dawî li vê zilmê bînin. Bila hemû kes deng û daxwazên dayîkan bibihîze.”
 
‘Ev ne qeza û ne jî qeder e’
 
Mahsûme, diyar kir ku sûcê wan dayîkan tu carî tunebû û bi van polîtîqayan şerê derûnî li ser dayîkan dimeşînin. Mahsûme, pirs kir ku çima li Geverê îfadeya dayîkan nehatiye girtin û wiha axivî: “Li Geverê jî heman dozger û dadger hene. Çima li vir îfadeya wan negirtin? Dewlet bi tenê dixwaze zilmê li dayîkên me bike. Lê em jî tu carî vê zilmê qebûl nakin û li dijî vê yekê serî radikin. Di dema sohbetan de herdu dayîkan dixwest bila ev zilm bi dawî bibe û bi tenê gotina ‘Bila jiyanek aştîyane avakirin” digotin. Dayîkên me jî jiyanek bi rûmet dixwestin. Heta ku em saxbin em ê tu carî dev ji doza wan bernedin. Em ê heta dawiyê aştî û azadiyê bixwazin. Bila hemû kes peywira ku dikeve ser milên wan pêk bîne. Ev hezar salan in li ser kurdan zilm tê kirin. Em têkoşîna ziman û nasnameya xwe dikin. Ew me bikûjin û bigirin jî em vê zilmê qebûl nakin. Heta ku em li ser piyan bin ev têkoşîn dê bidome. Herdu dayîkên me girêdayî doza xwe bûn. Dayîkan her çiqas zilm û zordestî dîtin jî dev ji doza xwe bernedan. Ji ber ku doza me dozek pîroz e. Îktîdar bi van polîtîqayên xwe dixwaze dayîkan û Gelê Kurd bêdeng bike û ji ber vê yekê vê zilmê dimeşînin. Ji ber vê zilmê û polîtîqayan dayîkên me jiyana xwe ji dest dan. Dixwazin me teslîm bigirin, lê ew nikarin vê yekê bi dest bixin. Em xwedî vînek xûrt in û heta dawiyê bi vê vînê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê xwedî têkoşîna dayîkên xwe derbikevin. Em ê dev ji vê dozê bernedin. Dayîkên me ji ber zilmê şehîd bûn. Ev ne qeza û ne jî qeder e.”
 
‘Em şahidê têkoşîna wan in’
 
Nûrten Sancak jî got ew ê tu carî têkoşîn û biryardarbûna wan dayîkan ji bîr nekin û got dayîka Pêrîşanê ango dayîka Sîsin û dayîka Adalet têkoşînek mezin didan. Nûrten, êrîş û polîtîqayên îktîdara AKP’ê yên li dijî dayîkan şermezar kirin û wiha pê de çû: “Ji bo îfadeyê bang li dayîkên me kirin û di dema vegerê de jiyana xwe ji dest dan. Wan ji ber vê zilma ku tê meşandin jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku ger ji bo îfadeyê bang nekirana dê jiyana xwe ji dest nedana. Li Geverê jî dikaribûn îfadeya wan bigirta. Armanca wan ew e ku zilmê bikin. Dayîka Sîsin xwedî 7 zarokan bû. Hevjîna wê jî piştî zarokên wan şehîd bûn jiyana xwe ji dest da. Niha bi tenê 4 zarokên dayê man û her 4 jî biçûk in. Hevjînê wê jî ji ber zilma dewletê neçar ma berê xwe da derveyê welêt. Dewletê her gav li ser van dayîkên me zilm dimeşand. Dayîk her tim bi biryareke  mezin têkoşîna xwe didomandin. Dayîkên Aştiyê çi kirine? Dayîkên Aştiyê dil bi kul û bi êş in. Daxwaza dayîkan bi tenê jiyanek aştiyane bû. Dayîkên Aştiyê bi tenê aştiyê dixwazin. Em naxwazin êdî dilê tu dayîkek bişewite. Dayîkên me jî ji ber vê yekê têdikoşiyan. Em şahidê têkoşîna wan in. Êdî bes e bila ev zilm bi dawî be. Her çiqas dilê dayîkan şewitî be jî dê tu carî dev ji vê rêyê bernedin. Dayîkên Aştiyê dev ji vê rêyê bernadin. Dayîkên Aştiyê heta ku jiyana xwe ji dest dan jî daxwaza aştiyê kirin. Heta kengî ev zilm wê berdewam bike û em ê bindest bin? Em jî wek dayîk em ê xwedî li mîrateya têkoşînê ya dayîkên xwe derbikevin. Em ê destûrê nedin têkoşîna dayîkên me nîvco bimîne.”
 
‘Em ê vê têkoşînê bimeşînin’
 
Gulçîn Karaburk jî destnîşan kir ku herdu dayîk jî ji ber zilma dewletê jiyana xwe jidest dane. Ew dayîkên dilsoj bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zarok û hevjînê dayika Sisin jiyana xwe ji dest dan. Dayîka  Adalet jî zarokên wê bi tenê man. Em ê pergalê şermezar dikin. Gelo li Geverê cih tunebû ku îfadeya dayîkan bihata girtin? Dayîkên me daxwaza aştiyê dikin tên girtin û binçavkirin. An jî lêpirsîn derbarê wan de tê vekirin. Îktîdar bû sebebê mirina herdu dayîkan. Dayîkên me her gav bi me re bûn û di nava xebatan de bûn. Dayîkên me ne ji rêzê bûn. Dayîkan çi kiribû ku vê zilmê li wan dikin.? Dayîkên aştiyê bi tenê aştî û wekheviyê dixwazin. Bila sedema girtina îfadeya van dayîkan bibêjin. Dayîk xirabiyê naxwazin. Heta dilopek xwîna me hebe em ê li ser rêça dayîkên xwe bin. Em ê dev ji vê rêçê bernedin. Heta em hebin em ê xwedî mîrata wan a têkoşînê derkevin. Em ê vê têkoşînê bimeşîni. Heta dawiyê em ê li ser vê rêyê bin.”