Talîban parq li jinan qedexe kir

  • 19:23 27 Tebax 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Talîban ketina parka Band-e-Amîr li jinan qedexe kir.
 
Talîbana ku li Efganîstanê desthilatdariyê bi dest xist, li parêzgeha Bamyanê ketina jinan a parqê qedexe kir.
 
Piştî ku hêzên Talîbanê Efganîstanê desteserkir, qedexe û zextên li ser jinan roj bi roj zêde dibin. Talîbana ku hema bêje hemû qadên giştî li jinan girtiye, hewl dide jinan di malên wan heps bike. 
 
Yek ji qadên ji jinan re hatiye girtin Parka Amir Dam ye. Wezareta Tenduristî û Pêşîlêgirtina Xerabiyê ya Talîbanê duh di serdana xwe ya parêzgeha Bamyanê de talîmata qedexekirina ketina parka Amir Dam a jinan da.