Partiya Çep a Kesk serdana gundikê Bameydayê kir

  • 17:07 27 Tebax 2023
  • Rojane
 
 
AMED  Partiya Çep a Kesk ji bo koçerên ku duh bi îşkenceyan re hatin binçavkirin serdana gundikê Bameydayê Hêlînê ku girêdayiyê Farqînê ye kir.
 
Heyetek ji Partiya Çep a Kesk ji bo koçerên ku duh bi îşkenceyan re hatin binçavkirin çû gundikê Bameyda gundê Hêlînê ku girêdayiyê Navçeya Farqînê. Di heyetê de Patlamenterê Çewlikê Omer Faruk Hulaku, Parlamentera Mûşê Sumeyye Boz, Parlamenterê Mêrdînê Kamuran Tarhan, Parlamenterê Amedê Berdan Ozturk û Adalet Kaya, Rêxisitnên Bajar û Navçeyan ên Partiya Çep a Kesk û nûnerên Partiya Heremên Demokratîk DBP, Parêzerên ji  bo Azadiyê (OHD), Tevgera Jinên Azad  (TJA) û Kesên ku li Dergûşa Şaristaniyê ya Mezopotamyayê Xizmên xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) cih girtin.
 
Adalet kaya piştî serdanê agahiyên ku bi dest ixistin parve kirin.
 
‘Êrîş li gel hatiye kirin’
 
Adalet Kaya di destpêka axaftina xwe de diyar kir  ku lêkolînên  li cihê bûyerê nîşandan ku li gundikê Bameydayê şer derneketiye. Adaletê daxuyand ku gundiyên li herêmê jî vê agahiyê piştrast dikin. Adaletê wiha dewamkir: “ Ew der cihê koçeran e, qadeke ku sewalên  xwe lê diçêrînin e. Li vê derê êrîş li gel hatiye kirin. Di heman demê de di wêneyên bi raya giştî re hatiye parvekirin de jî tê dîtin ku qedexeya îşkenceyê hatiye binpêkirin. 
 
Adaletê balkişand ser qedexekirina îşkenceyê û anî ziman ku divê ev qedexekirin neyê binpêkirin. Adaletê da nîşandan  ku pêkanînên salên 90'î di meriyetê de ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Em vî tiştî teqez qebûl nakin. Êrîşî mafê jiyanê ya mirovan binpêkirina mafan ya herî mezin e. Li wê derê jî ev tişt pêk hatiyê.”
 
Piştî axaftinê şandeyê serdan malbata şervanê HPG'ê  Berxwedan (Rahmi Saygin) hat kirin.