10 sal cezay li parêzer Fûrûg Şeyhûlislamî hate birîn

  • 15:30 27 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer Fûrûg Şeyhûlislamî ku zêdeyî 2 sal in ji Îranê koç kiriye, 10 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.
 
Parêzera Îranî Fûrûg Şeyhûlislamî, ji aliyê Şaxa 26. a Dadgeha Şoreşê ve 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Her wiha cezayên zêde yên wekî qedexeya têketinê û qedexekirina telefonên destan jî li Fûrûg Şeyhûlislamî hat birîn.  
 
Fûrûg Şeyhûlislamî ku salek beriya destpêkirina şoreşa "Jin, jiyan, azadî" ya ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiribû, ji Îranê koç kiribû, ji ber parvekirinên xwe yên li ser Instagram û Twitterê teblîxata dadgehê wergirt. Piştî 5 mehan Fûrûg Şeyhûlislamî bi îdiaya “li dijî ewlehiya neteweyî peymaneke veşartî çêkiriye” û “propagandaya li dijî rejîmê kiriye” hat cezakirin.
 
Fûrûg Şeyhûlislamî di hevpeyvîna xwe de got, “Tu bingeheke hiqûqî ya sûcdariyên li ser min tune ye. Ev nîşan dide ku hukûmeta ku postên min wekî mînaka sûc nîşan dide, ji qada sîber û agahdarî ditirse. "Ev nêzîkatî berovajî mafên bingehîn ên kesan, azadiya derbirînê û gihandina azad ji ajansên nûçeyan re ye, ku bingeha destûra niha ya welat pêk tîne."