Cenazeyên 3 kesên ku jiyana xwe ji dest dan anîn ATK'ê

  • 13:10 27 Tebax 2023
  • Rojane
 
AMED - Cenazeyên 3 kesên li Farqînê jiyana xwe ji dest dan û hat diyarkirin ku HPG'yî ne, anîn ATK'ê.
 
Cenazeyên 3 endamên HPG'ê yên ku li gundikê Bameydan ê gundê Hêlîn a navçeya Farqînê ya Amedê jiyana xwe ji dest dan, anîn Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê. Malbata Rahîm Saygi ku tê gotin yek ji 3 kesane, ji bo teşhîskirina cenaze serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da.
 
5 kes hatin binçavkirin
 
Di operasyona li dijî taxê de konên koçeran ji aliyê leşkeran ve hatin şewitandin, Li R.D. (54), S.D., H.D. (24), H.D. (28), M.S. (45)  îşkence hat kirin û hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku 5 kesên hatin binçavkirin li Fermandariya Cendirmeyan a Bajarê Amedê tên girtin.