Jina li dijî êşa dilê xwe berxwedan bijart: Perîşan Akçelîk

  • 10:36 27 Tebax 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
COLEMÊRG - Dayîka Aştiyê Perîşan Akçelîk a li Geverê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da, di pêvajoya rêveberiya xweser de jî di dema qedexeyên derketina derve de 2 zarokên wê jiyana xwe ji dest dane. Perîşan a ku piştî zarokên xwe hevjînê wê ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da, hemû jiyana xwe bi têkoşînê derbas kir û wekî şoreşgereke jin li ber xwe da. 
 
Dema mirov li dîroka Kurdistanê dinêre tê dîtin ku dilê her dayîkek bi êş û birîne. Gelek dayîkan ji bo zarok û malbatên xwe bedelên giran û mezin dane û di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane. Ji van dayîkan yek jî Dayîkan yek jê jî Endama  Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Gever a Colemêrgê Pêrîşan Akçelîk e. Dayîka Pêrîşanê ku li rojhilatê Kurdistanê di nav malbatek welatparêz de tê dinê, di temenê biçûk de ji aliyê malbatê ve bi zorê bi kurê apê xwe re tê zewicandin. Dayîka Pêrîşanê ku dayika 7 zarokan e ligel zehmetiyên jiyanê berpirsyariyên mezin digire ser milên xwe û demek dirêj li Rojhilat dimîne.
 
Dewleta Îranê biryara îdamê dide
 
Wê demê hevjînê Perîşanê ku yek ji peşmergeyê Kurdistanê bûye li hember dewleta Îranê li berxwe daye. Piştî ku li Îranê qereqol tê şewitandin, Dewleta Îranê li ser vê yekê der barê hevjînê Pêrîşanê de biryara darvekirinê dide. Li ser vê yekê Pêrîşanê bi hevjîn û malbata xwe re berî bi nêzî 40 salan berê xwe didin gundê Yekmalê yê Gevera Colemêrgê. Ji ber zor û zehmetiyên jiyanê Pêrîşanê û malbata wê demekê li vî gundî dimînin û welatiyên gund alîkariya wan dikin. Piştî ku çend salan li vî gundî dimînin Pêrîşanê û malbata wê ji xwe re li navenda Geverê xanî distînin û li Geverê bi cih dibin. Dayîka Pêrîşanê nêzî 35 sal in li Geverê jiyana xwe didomand.    
 
Keç û kurekî wê tevli tevgerê dibin
 
Pêrîşanê û malbata wê ku tim di bin zextan de bûn, piştî hatinê li Geverê bi cih bûn vê carê jî li vir bi zextên dewleta Tirk re rû bi rû mane. Pêrîşanê ku xwedî hişmendiya neteweyî bû, piştî ku birayê wê di sala 1990’î de tevlî PKK’ê dibe, Pêrîşan jî bi wê hişmendiya neteweyî di nav xebatên partiyê de cih digire. Piştî tevlibûna birayê Perîşanê ya nava tevgera azadiyê, zilma li ser wan zêdetir dibe û vê carê jî Keça wê Evîn Akçelîk (Nuda Gever) di sala 2008’an de û kurê wê yê mezin Kajîn Akçelîk (Baz Mordem) jî di sala 2012’an de tevlî PKK’ê dibin.
 
Du zarok û hevjînê wê jiyana xwe ji dest didin
 
Dilê dayîka Pêrîşan ku tim bi kul û eş bû vê carê ev êşa wê zêdetir dibe û di şerê qedexeya derketina derve ya Nisêbîn a Mêrdînê de kurê wê Kajîn Akçelîk jiyana xwe ji dest dide û piştî 2 mehên din keça wê Evîn Akçelîk jî di şerê qedexeya derketina derve ya Geverê de jiyana xwe ji dest dide. Hevjînê Pêrîşanê, Saîd Akçelîk jî piştî  ku zarokên wî jiyana xwe ji dest didin bi nexweşiya penceşêrê dikeve û di sala 2021’ê de jiyana xwe ji dest dide.  
 
Gel wê wek ‘Dayîka Sîsin’ nas dike
 
Di 22’ê tebaxê de Dayîkên Aştiyê Adalet Safali û Pêrîşan Akçelîk û kurê wê Cihan  Akçelîk ji Geverê ji bo îfadeyê bidin dozgeriyê çûbûn Edliyeya Colemêrgê û di dema vegerê de di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê dayîka Pêrîşanê û kurê wê Cihan li gundê Şahê yê Geverê li kêleka du zarok û hevjînê wê hatin defikirin. Dayîka Pêrîşanê ku ji ber dilê wê tim bi êş bû di nava gel de wek “Dayîka Sîsin” dihat naskirin. Dayîka Sîsin li pişt xwe wekî mîrate têkoşîna xwe ya mezin hişt.
 
Ji bo dayîka Sîsin stran amade kir
 
Piştî ku dayîka Pêrîşanê jiyana xwe ji dest da, endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Geverê Gulbeyaz Mihçi li ser wê stranek dengbêjan amade kiriye.
 
Xawarziya Pêrîşanê, Dayîka Aştiyê Amîne Engudar der barê têkoşîna wê de axivî.
 
Amîne, bi lêv kir ku Pêrîşanê xwedî hişmendiyek mezin û zana bûye û hergav bi vê hişmendiyê û zanebûnê tevgeriyaye. Amîne, diyar kir ku dilê dayikê hertim bi êş bû lê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedaye û wiha pê de çû: “Dayê Perîşanê gelek bedelên giran dan. Li dijî vê zilmê du zarokên wê tevli tevgerê bûn. Kurê wê Baz Mordem di dema berxwedana ji bo xweseriyê li Nisêbînê jiyana xwe ji dest da. Piştî 2 mehan şûnde jî keça wê Nusa Gever jî li Geverê jiyana xwe ji dest da. Ligel ku du zarokên wê jiyana xwe ji dest dan jî her gav di nava tevgerê de bû. Ji min re digot ‘dema hûn diçin cihan agahî bidin min da ku ez jî bêm.’ Lê min jê re digot tu dayîkek dil bi êşî tu neyê. Lê wê qebûl nedikir û dihat. Hertim bi bîr û baweriyek mezin tevlî xebatan dibû. Piştî ku du zarokên wê jiyana xwe ji dest dan, kurek û 4 keçikên wê man.”
 
‘Ez ê li ser rêya zarokên xwe bim’
 
Amîne, wiha behsa wê kir: “Dayîka Pêrîşanê digot ‘heta dilopek xwîna min hebe ez ê li ser rêya zarokên xwe û li pey doza wan bim. Heta ez li ser piya bim ez ê vê xebatê bimeşînim.’ Dayîkek gelek dilsoz bû û ji ber vê yekê gel hemû jê re digot ‘Dayîka Sîsin’ û di nava civakê de wisa dihat nasîn. Dayîkek gelek zane bû û hemû kesan gelek jê hez dikir. Dayîkek gelek cuda bû.”
 
‘Em ê xwedî li vê têkoşînê derbikevin’
 
Amîne, di dawiya axaftina xwe de got ew ê heta dawiyê xwedî vê têkoşînê derbikevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê tu carî dev ji vê dozê û têkoşînê bernedin. Heta dawiyê em ê vê têkoşînê bimeşînin. Em ê destûrê nedin ku ev têkoşîn bê jibîrkirin. Ji ber vê yekê heta em sax bin em ê vê têkoşînê bimeşînin.”