Rojnameger Mîna Saadadî: Jinan riya çareseriyê nîşan dan

  • 09:05 27 Tebax 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Rojnamegera Îranî Mîna Saadadî ya wek penabera siyasî çû Hollandayê, der barê berxwedana jinan a li Îranê her diçe bilind dibe de nirxandin kir. Mîna da zanîn ku berxwedana jinan wêrekiyê belav dike û banga ‘bibin yek, amade bin serî netewînin’ kir.
 
Jina Kurd Jîna Emînî li Tehranê hatibû qetilkirin û ji wê rojê şûnde li Îran û bajarên Rojhilat jinan bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ dest bi protestoyan kirin û 11 meh in  protesto didomin. Jin li dijî tehdîd û zextan kolan terk nekirin û ji bo azadiya xwe li berxwe da, têkoşîna xwe roj bi roj mezin kirin. Ji ber mezinbûna berxwedanê dewleta Îranê ya desthilatdariya wan hejiya, hemû mafê jiyanê tune dihesibîne û hewl dide jinan hepsê malê bike. Li aliyê din jî xwendekarên keç jehrî dike û rojnmaegerên din digire.
 
Rojnamegera Îranî Mîna Saadadî ku di 1990’î de ji Îranê wek penabera siyasî çû Hollandayê, der barê berxwedana jinan de ji ajansa me re axivî.
 
‘Berxwedana jinan mohra xwe li dîrokê xist’
 
Mîna der barê protestoyên ku ev nêzî salekê ye bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ hatine destpêkirin de axivî û bi lêv kir ku vê berxwedanê tevgerek dîrokî afirandiye û wiha vegot: “Jina ciwan a Kurd Jîna Mahsa ji aliyê qaşo polîsên exlaqê ve ne hat qetilkirin. Cenazeyê wê yê li bajarê Kurd Saqqez, li seransrê welat ji aliyê jinan ve tevgerek dîrokî derxist holê.  Gelê Kurd li ser gora wê dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ berz kir. Jinan laçikên xwe şewitandin. Li her çar aliyê Îranê mirov kom bûn û bi mehan çalakî pêk anîn. 44 sal şûnde li welat çalakiyan mohra xwe li dîrokê xistin. Zan-Zendegî-Azadî. Ev tevgereke ku jin û mêr daxistin kolanan a xurt e.”
 
‘Jin jiyan azadî’ li cihekî rast û di demek rast de hat gotin’
 
Mînayê balkişand ser dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ ya li Îranê  ji aliyê jinan ve hatiye esasgirtin û wiha dirêjî dayê: “Li Îranê dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ di dema rast û cihê rast de hat gotin. Piştî demekê li Îran, welatên cîran û heta di qada navneteweyî de deng dan. Di van protestoyan de rola aktîvîst û komên Kurdistanî pir mezin û girîng bû. Di qada navneteweyî de deng da. Tevî gelek aktîvîst, siyasetmedar û rojnamegerên jin hatin girtin jî berxwedanê berdewam kir û sedema vê jî wêrekiya li welat belav bibû. Bi taybet nifşê em jê re dibêjin ‘z’ di mezinbûna berxwedanê de rolek mezin lîstin. Protestoyên girseyî bi dehezaran kes wêrek kir. Wêrekî tiştekî belav dibe ye. Di serî de jin û mêr, ciwan zêdetir tevli têkoşînê bûn.”
 
Sedema dirûşmeya ‘Em ji te û ola te nefret dikin’?
 
Mînayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di vê pêvajoyê de gelek darvekirin pêk hatine û wiha domand: “Bi qetilkirina berxwedêran hewl dan berxwedanê bidin sekinandin. Armanca zext û înfazan afirandina tirsê û rawestandina protestoyan bû. Em li 100 sal dîroka dawî ya Îranê binêrin. Rejîmên Îranê ji bo muxalefetê biçewisînin, îşkence û înfazê bi kar tînin. Komara Îslamî ya Îranê xwe wek hikûmeta Xweda dibîne. Kesên darve dikin jî wek dijminê Xwedê dibînin. Di protestoyên sala borî de mirovan yek bi yek gotin ‘em ji te û ola te nefret dikin’. Sedema vê jî ev bû.”
 
‘Têkoşîna jinan riya çareseriya nû nîşan da’
 
Mînayê destnîşan kir ku berxwedana hatiye jiyîn tovên xwe dane û wiha dirêjî dayê: “Protesto didomin. Jin her roj çalakiyan pêk tînin. Serê xwe vedikin derdikevin kolanan û li polîsan guhdar nakin. Vê sekna jinê kolanên Îranê guhertin. Ji aliyê karker, mamoste, hemşire û teqawîtan ve  her roj çalakî pêk tên. Berxwedan didomin. Riya azaya jinan li Îranê vebûye. Têkoşîna jinan a li Îranê riyeke çareseriyê ya nû nîşan daye. Ji bo çareseriya digerin bi wêrekî pesnê xwe didin.”
 
‘Bibin yek, amade bin û serî netewînin’
 
Mînayê got vê berxwedana bi heybet a jinên Îranê hêz û hêvî daye wê jî û wiha dawî lê anî: “Rejîm bi salan e civakê ji hev vediqetîne. Lê me dît ku jin û mêr ji bo mafê jinan bi hev re têdikoşin. Ev wêrekiya ku jinan sala borî nîşan da gelek mezin bû. Gelek jin hatin girtin lê têkoşîn zindî hiştin. Çareserî bi têkoşîna hevpar pêkan e. Ji bo jinan têkoşîn ferz e. Xwendekar, karker, mamoste û komên din divê li dijî rejîmê bikaribin bisekinin. Bibin yek, amade bin û serî netewînin.”