Zarokên li girtîgehan bi travmayan mezin dibin

  • 09:03 27 Tebax 2023
  • Rojane
 
Elfazî Toral 
 
STENBOL - Di encama polîtîkayên dewletê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her diçin zêde dibin. Yek ji van polîtîkayan ên li ser zarokên girtîne. Di salên dawî de hejmara zarokên girtî zêde dibin. Me raporên zarokên girtî yên salên dawî zêde bûne kom kirin.
 
Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê binpêkirinên mafan roj bi roj zede dibin û hejmara zarokên girtî jî her diçe zêde dibin. Di lêkolîna ku me pêk anî de li girtîgehên Tiriyeyê bi sedan zarokên girtî hene. Bi tundî û destdirêjiya li hember zarokan cezayên zarokan giran dibe. Di Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de, her cureyê îhtîmala zirara fîzîkî û psikolojik wek tundî tê nirxandin. Ji ber vê jî rewşa zarokên li girtîgehênTirkiyeyê jî nîşan dide ku ev peyman pêk nayê.
 
Zarokên li girtîgehan tên dinê bêderfet mezin dibin!
 
Zarokên li girtîgehan tên dinê û  li girtîgehan dijîn li gorî zarokên din bêderfet in. Derfetên xwedîbûn, starbûn, perwerde, tenduristiyê qels in û mafên wan tên sînorkirin. Di heman demê de pêşketina zarokan tê sînorkirin û tevî ku mirovên tenduristiya wan ne baş in, xizanî û travma li wir tê jiyîn bandorek mezin li ser jiyana wan a pêşerojê dike. Qanûna ji bo fêdeya zarokên girtî pêk nayê, dibe sedema mezinbûna travmayan.
 
Di 2022’yan de hejmara zarokên girtî: 2 hezar û 510
 
Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Ceza û Malên Tevkîfê (CTE) ji 1’ê Mijdara 2022’yan şûnde hejmara zarokên girtî 2 hezar û 510 e.  Ji van zarokan 801 hukumxwarî, hezar û 709 jî girtîne. CTP hejmara zarokên girtî wek 2 hezar û 264, hejmara zarokên li malê perwerdeyê dimînin jî 246 aşkera kiriye.
 
Hejmara zarokên sewqî yekîneyên edlî hatine kirin 66 hezar û 321 e
 
Li gorî rapora TUÎK’ê ya 2017’an di 2017’an de 107 hezar û 984 zarok tevli sûc hatine kirin. Ji vê ji sedî 57.7 navbera temenê 15-17’yî de ye, ji sedî 23.3 navbera temenê 12-14’yî de, ji sedî 18.5 jî di bin temenê 11’yî de ye. Ji sedî 33.9 zarokên keç in û ji sedî 66.1 jî zarokên kur in. Hejmara zarokên sewqî merciyên edlî hatine kirin jî wek 66 hezar û 321 hatiye diyarkirin.
 
Li Tirkiyeyê 9 saziyên înfaza cezayê ya girtî ya zarokan heye
 
Di 2020’î de 10 hezar û 234 zarok ketine saziyên înfaza cezayê û yên hatine tahliyekirin jî 21 hezar e. Li Tirkiyeyê 9 saziyên înfaza ceza ya girtî ya zarokan heye. Li wir zarokên kûr tên girtin. Zarokên keç jî li girtîgehên jinan qawişên zarokan dimînin.
 
2 hezar û 157 zarok girtîne
 
Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya MalênTevkîfê (CTE) ya meha Tebaxa 2023’yan li girtîgehan 83 jê zarokên keç bi giştî 2 hezar û 157 zarokên girtî hene. Li gorî daneyên ji sûcên cuda 2 hezar û 157 hezarokên di bin temenê 18’yî de girtîne û ji van 83 heb zarokên keç in. Li girtîgehan 24 jê zarokên keç 627 jî zarokên kur tên girtin. 220 li saziyên înfazê ya ceza ya vekirî tê girtin û 1937 heb jî li yên girtî tên girtin. Zarokên li girtîgehan tên girtin temenê wan di bin18’yî de ne. Zarokên bi dayikên xwe re dimînin jî hejmara wan 383 ye.
 
Bûyerên zarok tevli bûne 601 hezar û 754 e
 
Li gorî rapora Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di 2022’yan de hejmara bûyerên ku zarok tevli bûne li gorî 2021’ê de ji sedî 20.5 zêde bûye û ev rêje wek 601 hezar û 754 tê diyarkirin. Di vê rewşê de 259 hezar û 106 zarok wek mexdûr, 206 hezar û 853 jî tevli sûcan hatine kirin. Ji 206 hezar û 853 zarokî ji sedî 37.8 ji ber birîndarkirinê ji sedî 25.2 ji ber diziyê, ji sedî 4,5 ji ber hişbirê ji sedî 4.2 ji sûcê muxalefeta qanûna pasaportê ji sedî 4.1 jî ji ber tehdîdê cih digirin.
 
Zarokên mexdûr ji sedî 43.1 e
 
259 hezar û 106 zarok wek mexdûr raporê de derbas dibin û ji vê ji sedî 10.1 mexdûrê bûyerê ne. Ji van ji sedî 58.5 birîndarkirin, ji sedî 13.7 sûcên zayendî, ji sedî 8.7 sûcên dijî pergala malbatê, ji sedî 4.8 tehdîd, ji sedî 14.3 jî ji sedemên din mexdûr bûne.
 
Qanûn pêk nayên
 
‘Peymana Der Barê Zarokan’ di 20’ê Mijdara 1989’an de ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) ve hat amadekirin. Tevî 30 sal derbas bûye peyman nakeve jiyanê. Ji Komîsyona Zarokan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Yasemîn Soydan da zanîn rewşa zarokên li girtîgehan mezin dibin ne li gorî mafê mirovane û got ‘Peymana Der barê Mafê Zarokan’ tê binpêkirin. 
 
‘Veguherîne qadên cezakirinê’
 
Yasemînê da zanîn ku li girtîgehên Tirkiyeyê rewşa zarokan ne li gorî mafê mirovan e û wiha vegot: “Xesasiyeteke li dijî zarokên li girtîgehên Tirkiyeyê dimînin tune ye. Li wir nêzîkatiyeke wek a li hember mezinan tê nîşandan. Zaork di şertên giran de dimînin. Derfetên xwedîbûn, starbûn, xizmetên perwerde û tenduristiyê nayên dayîn. Ev jî ji bo zarok teşeyê tûndiyê ye. Badorek mezin li ser zarokan dike û dibe sedema travmayê. Girtîgeh vediguherin qadên cezakirinê ji bo zarokan. Zarokên sûc li wan tên ferzkirin li girtîgehan zêdetir şertên wan tên girankirin.”
 
‘Divê cihê zarokan ne girtîgeh bin’
 
Yasemînê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li girtîghên ku zarok lê girtîne şer girantirin û wiha dawî lê anî: “Di mijara xwedîbûn, lêçûna hewcedariyan de, perwerdeyê de gelek qelsî hene. Dema zarok bên hepiskirin û ji civakê bên qutkirin pêkanînên şaş dest pê dikin. Divê pergala girtîgeha ji bo zarokan pêk neyê. Divê cihê tu zarokê ne girtîgeh bin.  Divê zarok bên parastin û pêşxistin. Divê bi awayekî baş û xweşbinî bên mezinkirin. Divê Peyman Der barê Mafê Zarokan pêk bê. Divê qanûn pêk bên. Lê mixabin Peyman tê binpêkirin. Travmayên zarokan mezin dibin.”