Ji bo malbata bi îşkencê hat binçavkirin qedexeya hevdîtina parêzer

  • 18:53 26 Tebax 2023
  • Rojane
AMED- Li Mezra Bameydan a girêdayê gundê Hêlîn piştî k udi pevçûna derket de sê HGP’iyan jiyana xwe ji dest da şûnde malbatek hatibû binçavkirin û hat hînbûn ku qedexeya hevdîtina parêzer derketiye.
 
Li mezra Bameydan a gundê Helîn a Farqînê di pevçûna derket de  3 HPG'yî jiyana xwe ji dest dan. Piştî pevçûnê leşkeran gund dorpêç kir.Di pevçûnê de 130 çêlek, 700 pez û 500 berx bê xwedî man û hat hînbûn konên gund jî dane ber agir.
 
Hat hînbûn ku ketin û têketinên gund hatine qedexekirin û kesên bi navê Resul Demîr, Meryem Saygi, Huseyîn Demîr, Habîb Demîr, Sabahattîn Demîr û zarokek bi îşkencê hatine binçavirin.  
 
Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin birine Fermandariya Cendermeyan a Amdê û ji bo malbatê qedexeya hevdîtina parêzer anîne.
 
Hat hînbûn ku cenazeyê sê HGP’iyan jî birine ATK’a Amedê.