Kesên li qada Galatasarayê hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • 16:55 26 Tebax 2023
  • Rojane
STENBOL- 25 kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin piştî îfadeyê hatin berdan.
 
25 kesên di çalakiya Dayikên\Mirovên Şemiyê de bi kelepçeye hatin binçavkirin piştî îfadeyê sewqî du nexweşxaneyên cuda hatin kirin. Kesên hatin binçavikrin piştî kontrola tenduristiyê hatin berdan.
 
‘Em bêdeng namînin’
 
Dayikên Şemiyê ji ser hesabê çapemeniya civakî parvekirinek kirin û gotin ‘Em ê bêdeng neminin. Em dest ji Galatasarayê bernadin’.
 
Kesên hatin berdan wihane: Hanîfe Yildiz, Eren Keskîn, Gulseren Yolarî, Mîkaîl Kirbayir, Besna Tosun, Îkbal Eren, Huseyîn Ocak, Hasan Karakoç, Alî Ocak, Oya Ersoy, Umît Efe, Leman Yurtsever, Hunkar Yurtsever, Gulendam Ozdemîr, Îsmaîl Yucel, Cuneyt Yilmaz, Davut Arslan, Begalî Kurnaz, Koray Loker, Taylan Bekîn, Denîz Aytaç, Hatîce Onaran, Seyît Dogan, Emîne Dayioglu û Asli Takanay.