Piştevaniya ji bo Dayikên Şemiyê

  • 13:59 26 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxên ÎHD’ê li gelek bajaran piştgirî dan çalakiya Dayikên Şemiyê û xwedî li çalakiyê derketin. 
 
Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li gelek bajaran daxuyanî dan û piştgirî dan çalakiya Dayikên Şemiyê û êrişa li ser dayikan şermezar kirin. 
 
Şirnex
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê ji bo piştgirî bide Dayik/Mirovên Şemiyê li ber avahiyê DÎSK’ê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementerê Partiya Çepên Kesk Mehmet Zekî Îrmez, Baroya Şirnexê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Şirnexê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û TJA tev li  daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em bi vîna xwe ya 28 salan hatiye ceribandin dibêjin; Em ê dev ji heskiriyên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bernedin” hate vekirin.
 
Daxuyaniya hevpar ji aliyê Hevserokê ÎHD’a Şirnexê Haşîm Togûrlû ve hate xwendin. Haşîm diyar kir ku heta winda werin dîtin û kiryar bên darizandin ew ê  têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Em dixwazin bizanin bê ka çi hatiye serê zarokên me yê ji mal, cihê kar û li ber deriyên zanîngehan hatine binçavkirin. Ev kes di bin berpirsyariya dewletê de hatine windakirin. Em dixwazin bizanibin bê ka çi hatiye serê kesên hatine windakirin.”
 
Mêrsîn
 
Şaxên ÎHD’ê yên Mêrsîn jî ji bo piştgiriya Dayikên Şemiyê daxuyanî dan. Endam û rêveberên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdemî (ÇHD) tev li çalakiyê bûn û piştgirî dan çalakiyê.  
 
Serokê ÎHD’a Mêrsînê Gazî Încî daxuyanî da û xwest dawî li êrişên li ser Dayikên Şemiyê were anîn. 
 
Îzmîr
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî ji bo piştgiriyê bide Dayikên Şemiyê li ber  Sumerbanka kevn a li Konakê daxuyanî da çapemeniyê. Rêxistinên sivîl, nûnera partiyên siyasî, keça Musa Anter Rahşan Anter beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên "Faîlên windayan li ku ne" û "Windan wijdan e, xwedî lê derkeve” hatin vekirin. Hevseroka Şaxa ÎHD'a Îzmîrê Zîlan Gumuş daxuyanî xwend û piştgirî da çalakiya Dayikên Şemiyê. 
 
Şaxên ÎHD’ê yên Wan, Semsûr, Riha jî bi heman wesîleyê daxuyanî dan û piştgirî dan Dayikên Şemiyê û êriş û zextên li dijî dayikan şermezar kirin.