Xizmên Windayan li bersûcên Mûhyettîn Taştekîn pirsîn

  • 13:10 26 Tebax 2023
  • Rojane
 
AMED - ÎHD’a Amedê û Xizmên Windayan çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kirin û li faîlên Mûhyettîn Taştekîn ku li Mûşê hatiye qetilkirin, pirsîn. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 759’an de li ber Bîrdariya Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê ya li navçeya Rezana Amedê berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta wêneyên kesên hatine qetilkirin û windakirin li ser bû, hat vekirin û wêneyên windayan hatin hildan. Malbatên kesên hatine qetilkirin û windakirin, rêveberên ÎHD’ê, nûnerên saziyên sivîl tev li çalakiyê bûn. Vê hefteyê li faîlên Muhyettîn Taştekîn ê di sala 1993'yan de li Mûşê hatibû qetilkirin, hat pirsîn. 
 
‘Welatiyên niha li Tirkiyeyê dijîn xwe di ewlehiyê de hîs nakin’
 
Ewilî Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz axivî û destnîşan kir ku Dayikên Şemiyê ji 27’ê Gulana 1995’an ve li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam dikin. Ercan anî ziman ku di vê pêvajoya nêzî 30 salan de xizmên windayan, parêzvanên mafan, rêxistinên cavaka sivîl, hiqûqnas, hekîm hwd. gelek beşên civakê bênavber alîkariya çalakiya Dayikên Şemiyê kirine. Ercan da zanîn ku ev demeke çalakiya Dayikên Şemiyê ya edaletê tê astengkirin û got: "Em axaftinên desthilatê yên berê ku ji bo çalakiya Dayikên Şemiyê gotine dîsa tînin bîra wan û em ji wan re dibêjin ku demildest dets ji vê kiryarê berdin. Tirkiye ji sala 2015’an ve bûye cihekî ne ewle û her roj jî ber bi cihekî nebawer ve diçe. Welatiyên niha li Tirkiyeyê dijîn xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Tiştê ku bê kirin, zêdetir demokrasî, zêdetir mafên mirovan." 
 
Qetilkirina Mûhyettîn
 
Endamê Desteya Rêveberiya ÎHD’a Şaxa Amedê Berfîn Elçî got ku 5’ê tebaxa 1993’yan komeke mirovên biçek ketine mala Mûhyettîn Taştekîn ya li Mûşê û ew derxistine ber derî. Berfîn anî ziman ku koma biçek nehiştine malbat derbikeve ber derî û Mûhyettîn tenê li ber derî dane sekinandin. Berfîn da zanîn ku piştî dengê sîlehan malbat derketiye derve û dîtine ku Mûhyettîn di nava xwînê de li erdê ye û koma biçek jî ber bi Fermandariya Alaya Cendirmeyan ve dibezin, di navbera mala Mûhyettîn û Fermandariya Cendirmeyan de 800 metre heye.
 
Berfîn beyanên kurê Mûhyettîn Taştekîn, Nîhat Taştekîn ê  ku bûyer ji bo ÎHD’ê vegotiye wiha bi lêv kir: “Nîhat Taştekîn dibêje ku beriya vê bûyerê jî çend caran bavê wî ji aliyê polîsên sivîl ve hatiye şopandin û ew bi xwe jî carekê bûye şahidê vê yekê. Taştekîn, dibêje ku bavê wî di nava kurdan de mirovekî qedirbilind bû û di nava siyaseta kurdan de roleke wî ya aktîf hebû. Taştekîn, anîye ziman ku bavê wî beriya bê qetilkirin çûye Almanya û Fransa û mehekê piştî vegera wî hatiye înfaz kirin. Taştekîn, da zanîn ku piştî înfaza bavê wî 2 roj şûnde TRT nûçeyekê çêdike û dibêje ku ‘Mûhyettîn Taştekîn PKK’ê înfaz kiriye.’ Taştekîn, destnîşan kir ku piştî vê nûçeyê PKK’ê bi xwe daxuyandiye ku tu têkiliya PKK’ê bi kuştina Taştekîn tune ye. Taştekîn, di dawiyê de dibêje ku piştî mirina bavê wî darizandineke bibandor nehatiye kirin.”
 
Dû re ji bo Mûhyettîn û kesên hatine qetilkirin û windakirin deqeyekê çalakiya rûniştinê pêk anîn û çalakî bi dawî bû.