Li Geverê ji bo Dayikên Aştiyê çalakî

  • 10:08 26 Tebax 2023
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Li Geverê ji bo Dayikên Aştiyê Pêrîşan Akçelîk û Adalet Safali ku di encama qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest dan, ciwanan çalakî li dar xist û di navbera wan û polîsan de şer derket.
 
Li taxên Orman, Kişla, Esentepe û Yeşîldere ya navçeya Gever a Colemêrgê, ciwanan ji bo Dayikên Aştiyê Pêrîşan Akçelîk û Adalet Safali ku ji bo îfadeyê çûbûn û di dema vegerê de qezaya trafîqê derbas kirin û jiyana xwe ji dest dan çalakî li dar xistin. Ciwanên ku li taxan hatin cem hevdû heta saetê derengê şevê bi polîsan re şer kirin. 
 
Ciwanan rê ji trafîqê re girtin û fîşekên hewayî teqandin. Polîsan jî bi mermiyên plastîk û bombeyên gazê êrîş kir. Polîsan saetên ber bi serê sibehê ve merşa mehterê lê dan û di taxan de tûr avêtin. Welatiyên taxê gotin di erebeyê polîsan de dengê, "Em li van bixin. Êdî bes e" bihîstine.