Ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ji jinan projeyeke nû

  • 09:10 26 Tebax 2023
  • Rojane
 
 
Mîdye miqted
 
HELEB - Endama Ofîsa Jinan a Şaredariya Taxa Şêxmeqsûdê Lezgîn Ebdo derbarê projeya avê de da zanîn ew dixwazin bi taybet ji bo jinên li Taxa Şêxmeqsûdê re bibin alîkar û wiha got:"Pirsgirêka avê ji berê de di vê taxê de heye lê bi taybet di demsala havînê de ev pirsgirêk pir dibe. Ji ber di meha havînê de êdî av jî kêm dibe û jinên taxê zêdetir astengiyê li hember kêmbûna avê dikşînin. Ev projeya me jî girîngiya wê ew e ku em bi jinên taxê re bibin alîkar."
 
Piştî şerê ku di taxa Şêxmeqsûdê de ji aliyê çeteyan ve di sala 2013'an de dest pê kir  û di 2016'an de bi dawî bû êdî di taxê de gelek zirarên mirovî û madî çêbûn. Bi hezaran mal û riyên avê zirar dîtin. Bi taybet xerakirina riyên avê zêdetir astengî ji bo welatiyên taxê çêkir. Ofîsa Jinan a Şaredariya Taxa Şêxmeqsûdê ji bo pirsgirêka avê çareser bike dest bi projeyeke nû kir. Endama Ofîsa Jinan a Şaredariya Taxa Şêxmeqsûdê Lezgîn Ebdo derbarê vê projeyê de axivî. 
 
Ji bo pirsgirêka avê proje amade kirine
 
Endama Ofîsa Jinan a Şaredariya Taxa Şêxmeqsûdê Lezgîn Ebdo derbarê projeya wan a nû de wiha ji ajansa me re axivî:"Me projeyek xwe ya nû daye avakirin. Ev proje jî dirêjkirina xetên avê ya ji devera bi navê Şiqeyef heta ber bi kolana pakrewan Gelhat e. Ev xet wê li ser 8 komînan ku bi giştî dibe 1500 mal wê were dirêjkirin. Ji bo ku pirsgirêkên avê ji holê rabe ev proje girîng e."
 
Alîkariya ji bo jinên li taxê 
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Lezgîn derbarê pirsgirêka avê de ev tişt anî ziman:"Pirsgirêka avê ji berê de di vê taxê de heye lê bi taybet di demsala havînê de ev pirsgirêk pir dibe. Ji ber di meha havînê de êdî av jî kêm dibe û jinên taxê zêdetir astengiyê li hember kêmbûna avê dikşînin. Ev projeya me jî girîngiya wê ew e ku em bi jinên taxê re bibin alîkar."
 
Bandorên ambargoyê
 
Lezgîn da zanîn ji bo çareseriyê wan proje amade kirine û wiha got:"Wê projeya me 20 rojî dewam bike. Li dijî ambargoyê em hewl didin çareseriyê bi vê yekê bidin avakirin. Li ser taxê ambargo heye. Tîma çaran a girêdayî hikumeta Şamê li ser bendên kontrolê ya xwe tiştên pêdiviya mirovan e bi rojan dide sekinandin û heta ku derbasî taxê bibe êdî nîvê van pêdiviyan ji xwe re radike. Ev bandoreke nebaş li ser jiyana welatiyên li taxê dike."