Îdîl Ugurlu: Ji bo rêya sêyemîn em ê tişta pêwist bikin

  • 21:50 25 Tebax 2023
  • Rojane
MANİSA – Endama MYK'a HDP'ê Îdil Ugurlu di konferansa li ser pêvajoya ji nûveavakirinê de axivî û got, "Em ê ji bo rêya sêyemîn tişta pêwist bikin û wê bikin jiyanê."
 
Rêxistina Bajar a Manîsayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên jinûveavakirinê de li avahiya HDP'ê ya Navçeya Yunus Emre konferansek li dar xist. Hejmarek zêd ji endamên partiyê beşdarî konferansê bûn.
 
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP'ê Îdil Ugurlu ku axaftina vekirinê ya konferansê kir, diyar kir ku piştî hilbijartinê ew ketine pêvajoyeke aktîf û got ku wan bi nêzî 30 hezar endamên partiyan re hevdîtin pêk anîne. Îdilê, diyar kir ku di civînan de gelek nirxandin hatin kirin û got, “Me hemû rexneyên gelê xwe girtin. Ji bo ku di vê pêvajoyê de pêngaveke nû biceribînin, dawî li desthilatdariya AKP-MHP’ê bînin, rêya sêyemîn bikin jiyanê û bi hêz bikin, bi hemû hêza xwe em ê têbikoşin. Di vê çarçoveyö de hem li parlamentoyê hem jî li taxan dê xebatên me yên cidî hebin.” 
 
'Dê polîtîkaya me diyarker be'
 
Îdilö, da zanîn ku di pêvajoya hilbijartinê de rê û rêbazên rêya sêyemîn û polîtîkayên tifaqê nekaribûna baş rave bikin û diyar kir ku ji bo bi giştî kêmasiyan ji holê rakin xebatên xwe didomînin. Îdilê got, “Gotûbêjên tund hatin kirin. Hem li Tirkiyê hem jî li welatên cîran aloziya siyasî heye. Li aliyê din jî li ser rakirina tecrîda ku tê meşandin nîqaşên me hebûn. Me kêmasiyên di vê pêvajoyê de hatin kirin di bin sernavan de kom kirin û di encamê de me konferans li dar xist. Pêşniyarên xurt ên hevalên beşdarî konferansê bûne jî wê di polîtîkayên me yên pêşerojê de diyarker bin.” 
 
Piştî axaftinan konferans bi pêşniyaran bi dawî bû.