Dosya TJA’yê şandin Enqereyê

  • 18:04 20 Tîrmeh 2023
  • Hiqûq
ENQERE- Dadgeriyê îdianameya der barê 22 jinên TJA’yê de hatibû amadekirin û ji aliyê dadgehên herêmÎ yên Amed û Enqereyê ve biryara bêrayebûnê dabû şandin 25’emîn Dadgeha Ceza Giran a Enqereyê.
 
Der barê aktîvîstên  Tevgera Jinên Azad (TJA) de serdozgeriya Komarê ya Enqereyê lêpirsîn dabûn destpêkirin û di 29’ê Mijdara 2022’an de li Enqere, Mûş, Mêrdîn, Stenbol, Amed, Edene, Sêrt, Wan, Agirî, Îzmîr, Riha, Mersîn, Dîlok û Şirnexê 8 jê girtî der barê 22 jinên TJA’yê yên hatin binçavkirin de îdianame hatibû amadekirin û îdianame bi biryara Dadgeriyê Şandin Enqereyê.  
 
Di îdianameyê de der barê jinan de cuda cuda ji 21 sal Û 6 meha heta 42 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê hat xwestin.  25’emîn Dadgeha Ceza Giran a Amedê di 6’ê Nîsana 2023’an de bi biryara bê rayebûnê şand Amedê û dadgeha Amedê jî biryara bêrayebûnê da. Ji bo dosya dozê radetsê dadgehê bê kirin şandin Serdozgeriya Komarê ya Dadgeriyê.