Li Hindistanê dîmenên tecawiza komî

  • 15:12 20 Tîrmeh 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hindistana ku her 15 deqîqeyan carekê jinek rastî destdirêjiyê tê, dîmenên destdirêjiya komî ya li ser du jinan derketin. Ev dîmen li welat bû sedema nerazîbûnan û polîsan ragihand ku kesek hatiye binçavkirin.
 
Li Hindistanê li ser medyaya dijîtal dîmenên tecawiza komî ya li ser du jinan hatin parvekirin. Belavbûna bilez a wêneyan li welêt bû sedema nerazîbûnê.
 
Polîsan ragihand ku di 4'ê Gulanê de li eyaleta Manîpurê êrîşa destdirêjiyê li ser jinan pêk hatiye. Polîs û hikûmeta Federal, ku piştî ku dîmen belav bû, neçar ma daxuyaniyek bide, ji hemî şîrketên medyaya dîjîtal xwest ku vîdeyoyê ji platformên xwe jê bibin. Polîsê Hindistanê ragihand ku di çarçoveya lêpirsîna der barê bûyerê de heta niha kesek hatiye binçavkirin.
 
Bûyerên destavêtina komî
 
Bi eşkerekirina êrîşê re, Foruma Serokên Eşîrên Xwecihî (ITLF) jî daxuyaniyek da û diyar kir ku li gundekî navçeya Kangpokpi, zilm li jinên ji eşîra Kuki-Zo hatiye kirin. ITLF'ê diyar kir ku jin jî rastî destdirêjiya komî hatine û got ku bûyer piştî gund hatiye şewitandin û 2 mêrên ku yek navsere û yê din jî ciwan in ji aliyê girseyê ve bi lêdanê hatine kuştin.
 
Serokwezîr axivî
 
Ji aliyekî din ve serokwezîr Narendra Modi, tenê bi gotina: "Bûyerê Hindistanê da ber şermê" sînordar ma. Di meha gulanê de di navbera civakên Meitei û Kuki de li eyaleta Manipurê, li bakurê rojhilatê welêt ji dema ku pevçûnê dest pê kir herî kêm 130 kes hatine kuştin û 60 hezar kes jî koçber bûne. Serokwezîrê ku ji destpêka şer û vir ve li hemberî vê yekê bêdeng ma, di daxuyaniya xwe ya ewil de got: "Ez ji gelê me re piştrast dikim ku hiqûq wê bi hemû hêza xwe berdewam bike. Tişta ku hat serê jinên Manîpûrê tu carî nayê efûkirin."
 
Bûyerên destdirêjiya komî
 
Li Hindistanê her sal bi hezaran bûyerên destdirêjiyê têne ragihandin. Hêjayî gotinê ye ku ev bi taybetî bûyerên destdirêjiya komî ne. Li gorî daneyên polîsan, li welat her sal nêzî 40 hezar bûyerên destdirêjîyê pêk tên. Li welat ji her 15 deqeyan carekê agahiya destdirêjiyê tê.