Li Şirnexê civînên gel tên lidarxistin

  • 13:22 20 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Partiya Çep a Kesk û HDP li kuçe, malên Şirnexê bi gel re tên ba hevdu. 
 
Partiya Çep a Kesk û HDP li kuçe, malên Şirnexê bi gel re tên ba hevdu. Di çarçoveya nûkirinê de do jî li Cizîr, Silopiya, Qilebanê do civînên gel hatin lidarxistin. Li vir guh dan nirxandin û pêşniyarên gel. 
 
Komeke ku parlamenterên Partiya Çep a Kesk jî di nav de li Taxa Cumhuriyet a Cizîrê bi gel hatin ba hevdu. Piştî rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê parlamenterê Partiya Çep a Kesk Serhat Eren, axaftin kir. 
 
Pêşniyar û rexneyên gelê Silopiya û Qilebanê hatin girtin
 
Parlamentera Partiya Çep a Kesk Newroz Uysal û yên bi wê re ne li navenda Silopiyayê civîna gel li dar xistin. Heman heyet çû gundê Qalgeyê yê Qilebanê û li vir civîna gel pêk anî. Di civînê de li rexne û pêşniyarên gel hatin guhdarkirin. Di heman demê de di çarçoveya vê bernameyê de serdana malbatên Roboskiyê jî hat kirin.