Aktivîst Leyla Ziafer ji aliyê rejîma Îranê ve hat girtin

  • 11:37 20 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Perwerdekara Îranî û parêzvana mafên mirovan Leyla Ziafer ji ber daxuyaniya wê ya piştgirî daye berxwedanê hate girtin.
 
Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî li paytexta Îranê Tehranê di 16’ê Îlona 2022’yan de di encama îşkenceya “Polîsên exlaqê” de hatibû qetilkirin. Piştî vê bûyerê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinan û dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berxwedanek bêhempa dest pê kir û ev çalakî heta roja me ya îro berdewam dike. Dewleta Îranê bi polîtîkayên girtin, cezakirin, kuştin, darvekirin û jehrîkirina xwendekarên keç hewl dide berxwedanê bitepisîne.
 
Perwerdekara Îranî Leyla Ziafer piştî parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal hat girtin. Polîsên Îranê avêtin ser mala xwişka wê û dest danîn ser amûrên teknîkî yên Leyla Ziafer.
 
Peyama ku girtina Leyla Ziafer hincet hatiye nîşandan wiha ye: "Em nikarin ji rêya ku ketine paş ve vegerin, ji bo rakirina vê xwe nixamtin û dîlgirtinê me şehîd dane, em ê nehêlin xwîna şehîdên me li erdê bimîne. "