Abdullah Ocalan derbarê Peymana Lozanê de çi got?

  • 09:08 20 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Peyman Lozanê dikeve sedsaliya xwe. Tespîtên ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi salan berê kiribûn carek din rojevîbûna sedsalê datîne holê. Abdullah Ocalan diyar dike ku bi Lozanê re derbasî qirkirina Kurdan bûne û dibêje: “Ne înkar ne serhildan çareserî komara demokatîk,yekitiya demokratîk e, bi Lozana civakî re wê Kurd pêşeniya demokratîkbûnê bikin.”
 
Li bajarê Lozan ê Swîsreyê di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de Peymana Lozanê ya bi îmzeya Qiraltiya Yekbûyî, Fransa, Îtalya, Japonya, Romanya, Tirkiye, Yugoslavya û Yewnanîstanê hat îmzekirin û ji sedemîn salvegera wê re demek kurt ma. Peyman ji 143 salî, pêşgotin û 4 beşan pêk tê û li Enqereyê ji aliyê dewletên di yekemîn şerê cîhanê de bi ser ketine ve bi fermî hatiye qebûlkirin. Sê meh şûnde ‘ Komara Tirkiyeyê’ tê avakirin. Peymana ku zemîna avabûna Tirkiyeyê dihûne, di heman demê de polîtîkaya Tirkbûnê li ser gelan dimeşîne.
 
 Dewletên peymanê îmze dikin û Neteweyên Yekbûyî, polîtîkayên qirkirin û înkarê yên li ser gelê Kurd û Xiristiyan qebûl dikin û dibin hevkarê vî sûcî.
 
Tespîtên Îmraliyê xwe dispêrin îro Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 24 sal e li Îmraliyê girtî ye û 28 meh in tu agahî jê nayê girtin tespîtên der barê Lozanê de kiribûn carek din tiştên ku îro tên jiyîn nîşan dide. Me nivîsên der barê Lozanê de ku Abdullah Ocalan li Îmraliyê di dîrokên cuda de nivîsîne kom kirin.
 
‘Der barê Kurdan de tu carî ewlehî nedan’
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku Kurd ne di çaarçoveya hiqûqa neteweyî ne jî di ya navneteweyî de nehatine destgirtin û hiqûqa YE’yê bi israr aliyê şexsî ferz dike û rastiya civakî ya dîrokî ji nedîtîve tê û dibêje pirsgisrêkeke ku bi riya hiqûqê nayê çareserkirinê ye. Abdullah ocalan wiha dibêje: “Ev ferast ji dema peymana Lozanê de tê. Hebûna TC’yê  beramberê ku bê Kurd qebûl dike,Musul û Kerkuk ji îngîlîzan re hiştiye. Beramberê ku TC kapîtalîzmê wek pergal qebûl bike, di Lozanê de erêkirin pêk aniye. Welatên Rojava, Ermenî, û Asurî  wek kêmar hatine qebûlkirin lê der barê Kurdan de tu ewlehî nedane. Ev nêzîkatî jî nîşan dide ku ne fîzîkî be jî Kurd di alî çandî û siyasî de divê bên paqijkirin. Dewletên emperyalîst yên rojava bi rêveberên Tirk re di pêvajoya du sed salên dawî de têkiliya ketinê divê baş  bê lêkolînin. Sedema bêpariya ji azadî û demokrasiyê jî xwe dispêre têkiliyên wan salan.
 
Ji dîrokê dersê dernaxin
 
Dîsa bi xêzkirina vî sînorî re ne tenê petrola Musul-Kerkukê, di heman demê de Kurd hatine windakirin, yekitiya dîrokîya Kurd-Tirk hatiye windakirin, yekitiya çanda hemû gelên Rojhilata Navîn hatiye windakirin. Hîna jî bi şemitandinên erdnîgarî qaşo hinek tiştan sererast dikin, li sînoran dîwaran dihûnin, têlên ceyranê dikşînin, qerekolên ji çelîk hatine çêkirin ava dikin, bi artêşa taybet parastinê dikin. Bi rêbazên wisa dibêjin qey sînor rast dikin û diparêzin! Tiştên wisa tên wateya ku bi komployan bawer dikin û dibin alav.”
 
Bakurê Kurdistanê bê bandor hiştin…
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku bi avabûna komarê re dihat payîn ku gelê Kurd jî wek gelê Tirk xwedî heman mafan bin lê ev bendewarî vala hatine derxistin û got: “Radîkalîzma burjuva biçûk a M. Kemal tunebûna, avabûna komarê jî zehmet bû. Komar hebûna xwe deyndarê radîkalîzma M. Kemal e. Lê bi Lozanê re asta dagirkirinê bi dawî bû û Komar gihişt destura bingehîn a nû (1924) û radîkalîzma M. Kemal jî esas hat girtin û bi mutefîkên xwe (Kurd, sosyalîst, Muslimanên  Umetî) re tasfiye kiriye. Bendewariyên Kurdan vala hatine derxistin. Bi qanûna Esasiye ya Taşkîlat a 1921’ê re di 10’ê Sibata 1922’an de Qanûna Xweseriya Kurd pêk nehatiye û li ser kaxizê maye. Hemû xeyal vala derketine. Parçeyê mezin ê Kurdistanê yê Bakur jî seranserê dîroka Komarê bê bandor hatiye hiştin. Rola dîktatoriya netew-dewletê ya Tirkên Spî ya salên 1920’an vê carê li Kurdistanê wek netew-dewletiya Kurdên Spî wê bilîsta.”
 
‘Fehskirina Yekemîn BMM’ê li dijî Kurdan komplo û darbe ye’
 
 
Rêberê PKK’ê tîne ziman ku Lozan bi Komarê re ketiye jiyanê û ev tişt anî ziman: “Projeya komarêya xwe dispêre netew-dewleta netewperestiya hişk a yekparêzî, projeyek modernîta kapîtalîst bû. Bi erêkirina Lozanê ya hêzê hegemonîk re ket jiyanê. Di destura bingehîn ya 1921’ê de hinek esasên demorkatîk hebûn. Xalên destura bingehîn xweserbûn sererast dikir. Mustafa kemal dibêje ‘li gorî destura bingehîn ya 1921’ê wê xweseriya herêmî ava bibe’. Hêza hegemonîk a demî  îngîlîstanê komplo û mudaxaleyên li ser polîtîka hundir dereng nexistin.Di 10’ê Adara 1922’an de bi runiştinek veşarî li hember Kurdan komployek hat amadekirin. Bi konferansa Lozanê re di 27’ê Sibata 1923’an de jî runiştinek veşarî heye.  Feshkirina Yekemîn BMM ku hat fêmkirin Peymana Lozanê erê nake, li dijî Kurdan komplo û darbeyek bû.
 
Hiqûqa Kurdan ji dest hat girtin
 
Duyemîn BMM ya bi usula lista berê hat avakirin, karê wê yê ewil erêkirina Lozanê û piştre jî sererastkirinên ku ji Kurdan re deriyên xweseriyê vedikir ya qanûna 1921’ê ji meriyetê rakir. Derbasbûna destura bingehîn ya netew-dewlet a 1924’an jî komployek li dijî Kurdan e. Kurdan li dijî vê pergala înkar û îmhayê bertekên xwe bi bûyera Pîranê anî ziman. Lê bi provakasyonan hat tahrîkirin û  serokwezîrê demî Fethî Okyar bi hinceta serhildanê ewil got ‘Kurd xwişk û birayên min in, ez êrîşî wan nakim’û piştre li hember Kurdan komplo pêk anî. Hİkûmeta Înonu bi komploya Pîranê di navbera 1925-1926’an de li hember Kurdan Plana Şark Islahat, Takrîrî Sukun, sererastkirinên Sansur û Surgunê kamplo pêk anîn. Bi van komployên li pey hev Kurd hatin înkarkirin û Kurd ji derveyê hiqûqê hiştin.
 
Kurd li Rojhilata Navîn wek Piyon hatin bikaranîn
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku komployên li dijî Kurdan hîn bêtir giranin û wiha domand: “Piştî 1945’an şûnde  DYA, Îngîlîstan û Isralîlê hegemonya kapîtalîst dewr girtin. Bi vê re komployan berdewam kir. Komploya li dijî min aliyekî wê digihişt Îngîlîstanê. Ji 1920’an şûnde Îngîlîstna ku hegemonya kapîtalîst dimeşand, di salên 1945’an de bi DYA û Israîlê, polîtîkaya ku Kurd li Rojhilata Navîn wek piyon bi kar anîn, meşandin û niha jî vê lîstikê dimeşînin. Ji bo em dawî li vê lîstikê bînin derketin rê. Me hewl da em Kurdên bi îrade-azad û bi îrade biafirîn. Piştî  Konferansa Kahîreyê ku Îngîlîsanê pêşengiya wê kiribû, pirsgirêka Kurd bê çareserî hat hiştin û Kurdsitan di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de hat parvekirin.
 
Bi projeyan derbasî qirkirinê bûn
 
 
Karê vê meclîsê yê ewil ne erêkirina peymana Lozanê bû? Piştî vê destura bingehîn ya 1921’ê ji meriyetê hat rakirin û derbasî netew-dewleta faşîst, dijdemokratîk, yekparêzî ku Kurd tune hesibandin, bûn. Di asta dawî de Îngîlîstanê  teza ‘Ez komara demokratîk nas nakim lê ez pergala kapîtalîst ya netew-dewlet ya Kurdan tune dihesibîne nas dikim’ xist jiyanê û fatureya wê li Kurdan hat birîn. Bi destura bingehîn ya 1924’an derbasî pêvajoya înkar û îmhayê bûn. Kurd wek ‘serhildêr’ û ‘şakî’ hatin krîmînalîzekirin û bi projeyên wek Plana Şark Islahat û Qanûna Îzale-î Şevaket Kurd hatin qirkirin û hîna jî tên qirkirin.”
 
‘Gelo Kurd teslîmê îmha û asîmîlasyonê nekirin’
 
Rêberê PKK’ê  destnîşan kir ku ya ku komar ava kir Peymana Lozanê ya bi îmzeya dewletên Ewropa hat îmzekirinê bû û got: “Çima dewletên Ewropa ji çareseriya aştînayane û demokratîk reviyan? Ewropaya ku di çareseriya pirsgirêka Fîlîstanê de 40 teqleyê davêje çima di ya Kurd de çareseriyê nake?Ji ber dixwestin ku pirsgirêka Kurd bila li holê be, ji bo polîtîkayên Rojhilata Navîn wek alav bên bikaranîn.Hîmê vê polîtîkayên di 1920’an de Îngîlîstanê avêtibû. Piştî Konferansa Kahîreyê pirsgirêkên Kurd bê çareserî hiştin û li dijî dewletan wek koz hatin bikaranîn. Bi pêşengiya Îngîlîstanê di Lozanê de Kurd li çar parçeyê hatin parçekirin. Gelo Kurd teslîmê înkar û îmhayê nekirin?
 
Bi saya helwesta min pêşî li vî şerî hatiye girtin
 
 
Min hêzên çekdarî derxist derveyê sînor. Min bi dildarî kir. Min bawer kir û pêk anî. Min bawer kir ku ev ji bo başiya vî welatî ye û min dest pê kir. Wan rojan hêviyek aştiyê vejiya bû. Di nav artêşê de jî yên ku ev fêm kiribûn hebûn lê hêzên komploger û aliyên nav wan de pêşî lê girtin û ji ber vê jî bi awayekî neket pratîkê. Ji wê rojê heta îro hewldanên me berdewam kirin lê desthilatdariya AKP’ê pêngava şênber navê an jî pêşî lê hat girtin. Bi saya sekna min ya çareseriya demokratîk û aştiyê pêşî li şerê Tirk-Kurd hat girtin. Ger pêşî lê nehatiba girtin wê bi vî şerî nexşerê ji nû ve bihata xêzkirin û planên xwe wê dîsa bikirana meriyetê. Li şûna ku bi Kurdan re li hev bikin, ger şer giran bibe, rewşek wek navbera Sevr û Lozanê dikare pêk bê. Çareseriya demokratîk a ji bo pirsgirêka kurd wê bi Kurdan re Tirkiye li Rojhilata Navîn bibin rola pêşeng û hêza xurt. Berovajî vê wê têkiliya stratejîk a dîrokî bi giştî parçe bibe û li Anatolya Navîn tengezar bibe.
 
Em ê tifaqa demokratîk a gelan ava bikin
 
Tirkiye ji bo di mijara kurd de gavê navêje û di vê mijarê de polîtîka înkarê bimeşîne, di du salên dawî de bi zanebûn girêdayê stratejiya herêmî ya DYA’yê  bi Israîlê re tifaqeq ferz kiriye. Ev tifaqa jî bi armanca rijandina xwînê û şerkirinê ye. Em li dijî polîtîkayên wan yên parçekirinê, em dest ji yekitiya demokratîk a dildar a wekhev û azad a gelan bernedin. Em ê Sevrê ji holê rakin, Lozanê rakin û yekitiya demokratîk a dildar wekhev û azad û tifaqa demokratîk ava bikin. Ev tifaqa azadiyê ya mezin e. Heta ku ev di navbera Tirk û Kurdan de saxlem bisekine, wê di navbera gelên Rojhilata Navîn de jî saxlem bisekine. Gelên Rojhilata Navîn jî herî kêm bi qasî Kurd û Tirkan hewce bi yekitiyê dibînin. Em ê vir jî çareser bikin. Ez vê berxwedanê wisa vala nameşînim. Ez li alî yekitiyek wisa me. Ji serî de tişta min esas girtiye di vê esasê de xeta yekitiya azad e.
 
Ne înkar ne serhildan, çareserî komara demokratîk e!
 
Di esasa rihê meclîsa yekemîn (I. BMM) de em yekitiya Kurd-Tirk zindî bikin. Em pevçûna Kurd-Tirk naxwazin. Em rihê meclîsa yekemîn dixwazin. Îngîlîstana ku yekparêzî netew dewletî pêş xist, sermaya Yahudî û DYA ye. Dipêvajoya Lozanê de Îngîlîstan, piştre jî girêdayê DYA’yê netewperestiya Tirk hat pêşxistin. Ev xetereye. Yekitiyek wisa ne pêkan e. Ev bi hiqûqek rast û demokrasiyê bi azadiya Kurdan pêkan e.  Ji bo ewlehiya Tirkiyeyê hewcedarî çiqas bi Kurdê azad û demokrasiyê heye ji bo azadiya Kurdan jî hewce bi Tirkên azad û demokrat heye. Ne înkar ne serhildan çareserî komara demokatîk e.
 
Kurd wê pêşengiya demokratîkbûnê bikin
 
Ji bo çareseriyê ez dibêjim ‘Lozana civakî’.  Lozana 1920’an Lozana Netewî ye. Bi vê Lozanê komar hat avakirin. Ev komar heta îro nehat demokratîkirin û niha hewcedarî bi demokratîkbûnê heye. Ji ber vê ez dibêjim Lozana civakî. Bi vê Lozanê wê hemû aliyên civakî demokratîk bibin yek. Kurd wê pêşengiya vê demokratîkbûnê bikin. Pozîsyona min jî aştî û çareseriya demokratîk e.