Halîde Turkoglu: Dixwazin gele Kurd bê muhatap bihêlin

  • 09:06 20 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
AMED - Parlementera Partiya Çep a Kesk Halîde Tûrkoglu, destnîşan kir ku kûrkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jiholêrakirina muhatabê pirsgirêka kurd e û got “Ji bo ku Tirkiye bigihêje qonaxekê demokratîk û ji kaos û aloziyan rizgar bibe divê em hemû li dijî tecrîdê dengê xwe bilintir bikin.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sale li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ji 2 salan zêdetir e hemû têkiliyên wî bi derve re hatine qutkirin û tu agahî jê nayên girtin. Her wiha serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hincetên pûç û vala ên wekî "cezayên dîsîplînê" tên redkirin.  Parlementera Partiya Çep a Kesk ya Amedê Halîde Turkoglu derheqê tecrîdê pirsên ajansa me me bersîvandin.
 
*Peyva tecrîdê bi Îmraliyê re ket rojevê. Têgeha tecrîdê tê çi wateyê, bi kîjan armancê tê sepandin?
 
“Dema em li ser pergala tecrîdê ya 24 salan dihizirin, em behsa modeleke nû ya ku hatiye avakirin dikin. Di rastiya xwe de ev model ne ji modela Tirkiyeyê serbixwe ye û ne jî modela kapîtalîst ya Amerîka û Yekîtiya Ewropa serbixwe ye. . Ev ne di qanûnên navneteweyî û ne jî di tu anûnan de tune ye”
 
Em wateya tecrîdê zêdetir bi nêzîkatiya rêveberiya li ser birêz Ocalan hîn bûn. Bi taybetî jî ji sala 1999’an wêde polîtîkayên ku li ser birêz Ocalan hatin meşandin sîstema girtîgehan ava kir.   Wekî tê zanîn li hemû girtîgehan de rêziknameyek heye. Li ser vê rêziknameyê mekanîzmayên girtî dikarin li dijî neheqiyên ku li wan tên kirin derkevin heye. Mafê hemû girtiyan heye. Mînak mafê ragihandinê û mijara hevdîtina bi parêzer û malbata xwe re. Ligel ku ev mafên herî xwezayî ne li Îmraliyê ev yek bi awayekî sîstematîk nayê bicihanîn. Di rastiya xwe de konsepta bi navê tecrîdê di rojeva Tirkiyeyê de ye. Ev siyasetek e û ev siyaset ji hin niyetan serbixwe nîne. Jixwe hiqûqek, qanûnek, mekanîzmayeke navneteweyî ya ji bilî vê heye û bi hiqûqa navneteweyî re em bi van nîqaşan çi rast û çi ne rast û çi vediguhere îşkenceyê eşkere dikin. Di wê de peymana Neteweyên Yekbûyî heye, rêûresm hene û mekanîzmayên bingehîn hene. Li Tirkiyeyê rejîma tecrîda Îmraliyê êdî ne rejîmeke ku tenê li Îmraliyê tê meşandin. Bi rastî jî  armancek vê siyasetê heye. Ev jî dibe sîyaseta îzolasyonê. Yanî têkiliya mirov ya bi cîhanê re, bi civakê re, bi malbatê re qût dike. Di heman demê de ev pergala îşkenceyê di rastiyê de xwedî taybetmendiyek e ku bandorê li jiyana civakî dike. Hûn jê re nebêjin tecrîda li girtîgehê, ew gav bi gav înfazeke sîstematîk e. Dema em li ser pergala tecrîdê ya 24 salan dihizirin, em behsa modeleke nû ya ku hatiye avakirin dikin. Di rastiya xwe de ev model ne ji modelaTirkiyeyê serbixwe ye û ne jî modela kapîtalîst ya Amerîka û Yekîtiya Ewropayê serbixwe ye.  Ev pêkanîn ne di qanûnan de û ne li tu derê tune ye.
 
‘Tecrîda li ser birêz Ocalan di rejîma şer de bi armanca kûrkirina pirsgirêka kurd û jiholêrakirina muxatabên wî ye’
 
Bi rejîma yek zilamî ya ku desthilatdariya siyasî hewl da li gorî pêvajoyên xwe bi rê ve bibe, ev pêvajo jî kûrtir bû. Jixwe birêz Ocalan ne mirovekî ku bê îzolekirin. Ger hûn ji parêzer heta parêzvanê mafên mirovan  bipirsin, wê diyar bikin ku li Îmraliyê binpêkirina mafan heye. Ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye û li dijî qanûnê ye. Em behsa mijareke ku bandorê li aliyên civakî, siyasî û hiqûqî yên Tirkiyeyê dike dikin. Tecrîda li ser birêz Ocalan di rejîma şer de bi armanca kûrkirina pirsgirêka kurd û ji holê rakirina muxatabên wî ye. Di encamê de, birêz Ocalan di pêvajoya çareseriyê de li ser pirsgirêka kurd çaresereserî pêşkêş kirin. Lê belê desthîlatdar ji navbera salên 2013-2015’an ji xwe re par derxist. Piştî wê pêvajoyê bi kûrbûna tecrîdê re rejîmeke faşîst û monîst derket holê. Bi vê yekê armanc kir ku bi tecrîdê hem rejîma şer hem jî hêza xwe ya birêvebirina civakê xurttir bike.  Em behsa rejîmek dikin ku bêhiqûqiyeke li ser redkirinê tê dike  û hema hema her kesî bi rengekî dejenere dike.
 
 
 *Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in li girava Îmraliyê de di bin tecrîdê de ye û 28 meh in jê tu agahî jê nayê wergirtin. Bi vê yekê çi armanc dikin?
 
Birêz Ocalan ji bo hemû pirsgirêkan xwedî nêrîn, axaftin, pêşniyar û model û çareseriyê ye. Bi vê tecrîdê nazwazin ku fikrên birêz Ocalan bigihêjin gel.  Birêz Ocalan bi fikrên xwe civakek bi rêxistinbûyî ava kir. Ji fikr û ramanên birêz Ocalan ditirsin û lewra di navbera gel û firên  birêz Ocalan de bend tê çêkirin. Helbet encmên vê tecrîdê jî di warê civakî, aborî, nasname û aştiyê de xwe didin der. Berdewamiya tecrîdê hem li vî welatî dibe sedema şer û hem jî  dijminatiya di nabera gelan de pêşve dibe û bi sîstemeke gef xwarinê mafên bingehîn ên civakan ji holê tên rakirin. Bi van yekan li Îmraliyê derheqê sîstema tecrîdê de modelek hatiye avakirin û bandora xwe li hemû girtîgehan dike.  Îro gava em li girtîgehan dinêrin tecrîdek giran heye û ev tecrîd li girtîgehan xwe veguherandiye îşkeneceya sîstematîk. Di nav civakê de jî yên ku li dijî vê sîstemê derdikevin dengê wan tê qûtkirin. Bi vê yekê azadiya fikr û ramanê tê astengkirin. Jixwe peyva tecrîdê îro wek sûc tê hesibandin. Lê belê vî, sûcî hikûmet bixwe dike. Sîstema ku dixwazin ava bikin ewilî di şexsê birêz Ocalan de li girtîgehan tê avakirin. Piştre di rastiya xwe de li ser hemû dînamîkên civakê bandora xwe dike. Divê  em derxînin holê ku tecrîd ji jiyana me çi didize.
 
‘Tu rêberên sîyasî ku li girtîgehan de mane wekî birêz Ocalan di bin tecrîdek wiha giran de nemane’
 
Tecrîda li ser brêz Ocalan piralî ye. Ji ber ku brez Ocalan xwedî fikra netwa demokratîk e. Yên ku vê fikrê jî asteng dikin û tecrîdê mayînde dikin jî yên xwedî hişmendiya netew dewletê ne. Ew jî hêza ji modernîteya kapîtalîst digirin.  Lewra çavkaniya bêdengiya Ewropayê ji ev fîkra modernîteya kapîtalîst e.  Li cîhanê mînakên tecrîda li Îmraliyê gelek kêm in. Ango tu rêberên sîyasî ku li girtîgehan mane wekî birêz Ocalan di bin tecrîdek wiha giran de nemane. Di vir de tê armanckirin bê ka ku kesên li dijî modernîteya kapîtalîst çiqas dikarin li ber xwe bidin û di bin tecrîdek wiha giran de wê dev ji têkoşîna xwe berde an na. Ji  24 salan zêdetire bi vê tecrîda li ser  birêz Ocalan îşkenceyekê sîstematîk tê kirin. Her wiha 28 meh in ne bi rêya parezêr ne jî bi rêya malbatan tu agahî ji brêz Ocalan nayê girtin. Li gel hemû serlêdanên hevdîtinê jî bi hincêta cezayên dîsîplînê ev serlêdan tên redkirin. Niha li Îmraliyê çi diqewime nayê zanîn. Lê em vê dizanin ku li wê derê berxwedanek mezin heye. 
 
*Tecrîd çawa belavê girtigehan bû? Li ser girtîgehên din bandorek çawa pêk tîne?
 
Îro şêweya hemû girtîgehên cîhanê û yên Tirkiyê li gorî sîstema tecrîdê bûye qadekê rejîmê. Herî dawî wazerê Dadê ku ji bo girtîgehan hate tayînkirin. Bi muameleyên kêfî, cezayên dîsîplînê, şewitandina înfazan derxist. Ev binpêkirina mafan a bingehîn e. Heke em rewşa demokrasî û antî demokrasîya dewletekê binêrin divê em ewilî li rewşa girtîgehên wî welatê binêrin. Heke kes ji ber siyaset û polîtîkaya dikin li welatekî bên girtin, li wê mirov nikare behsa demokrasî û edaletê bike. Di demên dawîn de li girtîgehan  polîtîkayên zext û zordestiyê hatine kûr kirin. Bi pêkanînên wekî lêgerîna tazî, tedawîkirina bi kelemçeyê û nebirina nexweşxaneyê rûmeta mirovan tê şikandin. Vîna girtiyan dixwazin bişkênin. Girtiyên ku ji 30 sal zêdetir li girtîgehê tên giritn infaza wan tê şewitandin. Ev pêkanîn hemû li dijî hiqûqê ne. Li girtîgehan jî di bin navê têkoşîna li dijî terorê de binpêkirina mafan  tê rewakirin.  Ev pêkanîn hemû jî bingeha xwe ji tecrîda li girava Îmraliyê digire.
 
*Li dijî tecrîdê jin jî têjoşînek mezin didin. Jin tecrîdê çawa dijîn, ji bo têkoşîna jinê çima rakirina tecrîdê girîng e?
 
Me di serî de jî anîbû ziman ku tecrîda li Îmraliyê ji fikr û ramanên birêz Ocalan serbixwe nîne. Ev fikriyat modela netewa demokratîk e. Di modela netewa demokratîk de ji bo avakirina civakek ekolojîk û azadiya jinê têkoşîn tê dayîn. Ev model ne tenê ji bo Kurdîstanê û pirsgirêka gelê Kurd de wek rêya çareseriyê tê dîtin. Ji bo aloziya ku li Rojhîlata Navîn û li dijî hemû pirsgirêkên netew dewletên li cîhanê wek modeleke çareseriyê ye. Birêz Ocalan xeta vê projeya xwe li ser têkoşîna jinê pêş xist. Ji bo têkoşîna jinê bigihêje qonaxekê civakî para vê projeye gelek mezin e. Birêz Ocalan ger ku civakek girtibe dest û di çarçoveya aştiyê de polîtîka pêş xistibin di wê civakê de têkoşîna civakî pêş dikeve. Her wiha di wê civakê jinan destkeftiyên xwe bi dest xistine.    
 
‘Hikûmeta AKP’ê û MHP’ê bi taybetî hebûna xwe li ser polîtîkayên li dijî jinê didin dewamkirin’
 
Têkoşîna jinê ji gelek aliyan ve bi hêztir bûye. Ev bi rêxistinkirina têkoşîna jinê di rêya çareseriyek demokratîk de ji hemû kesan re moral û motîvasyonek e.  Polîtîkayên yekperst bingeha xwe ji netewperestiyê û zayendperestiyê digirin. Bi vê yekê di nav civakê de çanda dijminatî û tundiyê pêş dixin. Ango ev rejîma şer e ku vî şerî jî ne tenê li ser Kurdîstanê dimeşînin, di esasê xwe de vê rejîma xwe li ser qadên civakî, jiyana aborî û navendên sîyasî jî ferz dikin.  Ev rejîm ji aliyekî ve polîtîkayên demokratîk, wekhev û aştîyanê hedef digire û ji aliyekê ve jî çanda xespkirinê tê pêşxistin. Wekî mînak bi girankirina tecrîdê li herêmê polîtîkayên qeyûm pêş ketin. Rejîma qeyûm ji rejîma yekzilamî cudatir nîne. Jixwe heke rejîma qeyûm nebe rejîma yek zilamî nikare li ser piyan bimîne. Ji ber ku ev rejîm hêza xwe ji hişmendiya yekperest, zayendperest û netewperestîyê digire. Hemû deskeftiyên gelê Kurd hatin hedefgirtin.  Her wiha deskeftiyên jinan hatIN xesp kirin û ji hêla desthîlatdariya AKP-MHP’ê VE polîtîkayên dijminane derketin lutkeyê.   Hikûmeta AKP’ê û MHP’ê bi taybetî hebûna xwe li ser polîtîkayên li dijî jinê didomînin.  
 
‘Ji Saziyên perwerdehiyê bigirin û heta Wezareta Civakî û MalbatÊ îdeoliya xwe pêş xistin û mal ji bo jinê veguherandin qadeke tecrîdê’
 
Gava ewilî qeyyûm hatin ser kar deskeftiyên jina hedef girtin. Her wiha xwestin mudaxeleyî jiyana civakî jî bikin. Me ji bo azadiya jinê têkoşîn û xebatên xwe dikirin lê belê gava ew hatin polîtîkayên ku jinê bi malê ve bi sînor bikin û parastin bihêlin kirin rojevê. Polîtîkayên di vê qadê de ji me re nîşan didin ku bi tercrîdê re  ji êrîşên li dijî têkoşîn û deskeftiyên jinan derî hat vekirin.  vê jî têrê nekir xwestin jinê hem ji qada siyasî û hem jî ya aborî dûr bixin. Jinên ku li hemberî van pêkanînan bêdeng namînin jî tên tecrîdkirin. Bi girtin û binçavkirinan dixwazin destkeftiyên jinan ji dest wan bigirin. Wek mînak gelek parlementerên me destnedayîna wan hat rakirin û ew kirin girtîgehê. Dîsa girtina hevserokan jî bi heman rengî ye. Di van mijaran de du aliyên tecrîdê hene. Hem aliyekê wê ya sîyaî û hem jî aliyekê wê ya hiqûqî heye. Li îmraliyê ev polîtîka bi du alî tê meşandin. Pergala tecrîdê di nav jiyana civakî de ji Peymana Stenbolê bigirin li ser gelek qadên civakî  hat sepandin.  Di rewşekê wiha de pêvajoyekê ji bo jinan a ku ji hemû civakê were îzolekirin pêk hat. Ev ji bi êrîşên li ser têkoşîna jinan kirin. Li aliyekî jî êrîşî jiyana jinan a rojane dikin. Ji Saziyên perwerdehiyê bigirin hata Wezareta Civkî û Malbatê îdeoliya xwe pêş xistin û mal ji bo jinê veguherandin qadeke tecrîdê. Ji ber vê yekê bandora tecrîdê li ser jinan gelekê zêde ye û herî zêde jin tecrîdê dijîn.  Divê em vê yekê jî bibînin ku tecrîd di heman demê de astengiya li hemberî mezinbûna têkoşîna jinê ye. 
 
*Rola tecrîdê li ser polîtîkayên şerê taybet yê li Kurdîstanê çi ye?
 
Tecrîdê bi piranî jî bi polîtîkayên şerên taybet didomînin. Gelek qetîlkirinên jinan yên bi guman û bikaranîna tiryakê ku belav dibe encama polîtîkayên şerê taybet in. Bi vê yekê jin di nav civakê de bê rêxisitn û bê parastin tê hiştin. Gava em lê dinêrin tundiya li ser jin bi tecrîda tê dewamkirin, yek bi yek hedef tên giritn. Lewra divê em têkoşîna xwe ya di vî milî de mezintir bikin. Tecrîd dê di rojeva me de be û em ê hewil bidin ku em tecrîdê çawa dikarin bidin şîrove kirin.
 
*Di pêvajoya hilbijartinê de daxwaza gelê ya herî sereke rakirina tecrîdê bû. Di serdema nû de li dijî tecrîdê wê sîyasetek çawa were pêş xistin?
 
Piştî hilbijartinê HDP, Partiya Çep a Kesk, DDP û HKD ketin pêvajoya xwe nûkirinê. Em bi vê pêvajoyê re hewl didin ji bo serdema nû xwe amade bikin. Ji bo vê em niqaşan dikin ku têkoşîna xwe mezin bikin. Di vê çarçoveyê de ligel rêxistinên navend û navçeyan em hevdîtinan bi gel re didin destpêkirin. Di hevdîtinên me de mijara sereke jî tecrîd e. Ji ber ku em baş dizanin kûrkirina tecrîdê sîyaseta demokratîk ji holê radike. Tirkiyê, tecrîdê dike mijara bazariyê, divê em êdî bikaribin azadiya birêz Ocalan biaxivin. Ji bilî gel divê di mile dîplomasiyê de jî li Kurdîstan û Tirkiyê ev bibe mijara me ya serke a xeta têkoşînê.
 
‘Îro bi biryarnameyekê gel terkî xizaniyê hatine kirin. Divê her kes bifikire ku tecrîd li ser jiyana wan bandoreke çawa dike’
 
Dema ku em behsa çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd dikin, berpirsyariyeke ku divê siyaset bigire ser milên xwe heye. Pêşxistina polîtîkayên ku siyaseta demokratîk rêve bibe divê hebe. Lê pirsgirêkên bi vî rengî dibin qadên ku nikarin çareser bikin. Di vî warî de karê sereke yê hevalên me yên ku di siyaseta demokratîk de cih digirin ew e ku ji bo rakirina tecrîdê têkoşînê bidom û di civîna gel de bikin rojeva sereke. Ji bo vê dikare çi bê kirin? Dikare çalakî bên plankirin, kampanya bêdestpêkirin, dikare û dikare dîplomasî bê kirin. Ango li dijî tecrîdê gelek qadên têkoşînê hene. Divê vê jî ne tenê HDP an jî Partîya Çep a Kesk bike. Helbet divê  ew jî bikin lê îro tecrîd bandorê li hemû Tirkiyê û Kurdîstanê dike. Îro li vî welatî bi biryarnameyekê gel terkî xizaniyê hatin kirin. Divê her kes bizane ku tecrîd bandoreke çawa li jiyana wan dike. Ji ber ku rejîmek yekmêrî ya bi kêfî heye. Ev welat bi vê rêbazê ne mumkun e ku demokratîk bibe. Li hemberê vê refleksên me yên têkoşînê û dîplomasiyê pêş ketin.  Bi vê yekê em ketin pêvajoyekê germ û lez.
 
‘Ji bo ku Tirkiye bigihêje qonaxekê demokratîk û ji kaos û aloziyan rizgar binbe divê em hemû li dijî tecrîdê dengê xwe bilintir bikin’
 
 Bangawaziya me ya giştî ew e ku yên sîyaseta demokratîk de cîh digirin û parêzvanên mafên mirovan divê bêdeng nemînin. Ev sûcekî mezin û navneteweyî ye. Lewra divê kes nebe şirikê vî sûcî. Berpirsyariya me ye ku em vî sûcî teşhîr bikin. Ji bo ku em vî welatî bînin qonaxekê demokratîk divê ev sûcê mirovahiyê neyê qebûlkirin ûtêkoşîneke hevpar bê dayîn. Binpêkirina mafan û sûcê mirovahiyê gelên Tirkiyeyê terkî qedera wan kiriye. Desthîlatdariya AKP’ê û MHP’ê bi vê tecrîdê şer kurtir dike, qetîlkrina jinê zêde dike, xizaniyê zêde dike û rewşa Tirkiyê dike astekê xeter ku bandorê li qedera me hemûyan bike. Pergalekê ku edî em nekaribin pêşiya xwe bibînin tê avakirin. Faşîzm bandora xwe zêde dike û ev ne tenê mijara kurdan e. Ji bo ku Tirkiye bigihêje qonaxekê demokratîk û ji wê kaos û aloziyan rizgar binbe divê em hemû li dijî tecrîdê dengê xwe bilintir bikin.”