Li gorî îqtîdarê ne kujerên jinan girtiyên siyasî xeter in!

  • 09:02 20 Tîrmeh 2023
  • Hiqûq
Dîlan Babat
 
ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP'ê parêzer Nuray Ozdogan ku li ser "Komeqanûna" hatiye derxistin nirxandin kir, diyar kir ku sererastkirna hatiye kirin ne li gorî rêbaza destûra bingehîn hatiye kirin û got, "Li gorî rêveberiyên faşît û paşverû xeteriya civakî ne kesên zayenparêz û kujerên jina, ne jî îşkecekar û kesên ku li hemberî zarokan êrîşa zayendî dikin. Ji bo van xeteriya herî mezin, girtiyên polîtîk ên ji ber fikarên xwe girtî ne."
 
Komeqanûna herî dawî ji aliyê Lijneya Giştî ya Meclîsê ve hat qebûlkirin. Yek ji xalên vê Komeqanûnê jî rêziknameya "efûyê" ya ji bo girtiya ye. Di nav mehkûmên ku derxistibûn destûra Covid-19 de û bi şertê kontrola edlî li derve diman de yên ku 5 sal cezayê wan maye û ji 5  salan  kêmtir cezayê wan mayê de vî cezayê xwe bi heman rengî û li derve biqedînin, Yên ku li girtîgehê ne jî û cezayê wan kêm mabe jî li gorî rewşa wan a baş wê 3 salan zûtir bişînin girtîgehên servekirî. Herwuga bi şertê ku hikumxwr di girtîgehê de mabin wê bkaribin 3 salan zûrtir mafê şertê kontirola edlî bi dest bixin." 
 
Di "Komeqanûnên" di serdema AKP'ê de ku hatine derxistin herdem ji bo  rêveberên mafyayê, kujerên jinan û tecawizkaran sererastikrin hatine kirin û ev kes serbest hatine berdan û li dijî vê bi qasî ku ÎHD'ê tespît kiriye, 651 girtiyên nexweş ên giran careke din hatine paşguhkirin û rewşa wan di ber çavan re nehatiye derbaskirin.
 
Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Parêzer Nuray Ozdogan, der barê rêziknameya "Efûyê" ya di çarçoveya Komeqanûnê de ya ku li Meclîsê hat derxistin nirxandin kir.
 
'Çêkirina qanûna Bingehîn li gorî komeqanûnan ne rast e'
 
Nurayê, da zanîn ku her çend di serdema pergala parlamenteriyê de jî komeqanûn dihat sepandin, di Sîstema Hikûmetê ya Serokomariyê de bûye rêbazeke asayî ya çêkirina qanûnê û wiha berdewam kir, “Bi rastî ev rêbazek e ku em jê re dibêjin veguhertina prosedurê ku li dijî rêbaza çêkirina qanûna bingehîn e. Rêveberiyên ku di Meclîsê de dîktatoriya piraniyê ava kirine, bi rêbaza komeqanûnê ya derveyî hiqûqê parastina vê dîktatoriyê li ser bingehê qanûnî kirine. Rêbazek ku tê de prensîba pêşbîniya qanûnî, prensîba ragihandinê û prensîba qanûnîbûnê di pêvajoya qanûnî de ji holê radibe ye. Her wiha bi vê re rê li ber dijderketina gel,  rêxistinên girseyî yên demokratîk û yên ku ji rêziknam bandorê li wan bike tê girtin. Hikûmeta AKP-MHP’ê û niha jî hikûmeta Tifaqa Cumhur, nîvê şevê ji nişka ve rêziknameyên nû li metnê zêde dike û di komîsyonan de dide dengdanê, vê jî  bi awayekî ku parlamenterên mûxalîf jî pêşnûme qanûnan kontrol nekin dike. . Yek ji sedemên vê pratîka berbelav jî ew e ku desthilatdariya heyî êdî tehemûlê organîzasyona herî biçûk a mûxalefetê nake.  Komeqanûn rêgezên rejîmên zordest in ku bêyî gel qanûnan çêdikin."
 
Girtiyên siyasî xetere tên dîtin
 
Nûrayê, bal kişand ser rêziknameyên "efûyê" yên hatine destnîşankirin û diyar kir ku pergala înfazê berovajî hatiye kirin. Wî teqez kir ku girtiyên siyasî ji ber polîtîkayên nijadperestî û cudaxwaz ji vê rêziknameyê hatine derxistin, bal kişand ser sererastkirinên dema (Covîd -19) û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Di rêziknameya wê demê de kujerên jinan, yên li dijî zarokan êrîşa zayendî kirin û kesên zayendparêz sûd gitin. Rêziknameya qanûnî ya nû jî dubarekirina rêziknameya berê ye. Encam jî dê wekhev bin. Ji bo hikûmetên rastgir, paşverû û faşîst metirsiya civakî ne kujerên jinan, sûcdarên îşkenceyê û yên ku êrîşa zayendî kirin. Yên xeter; kesên ji ber fikrên xwe ahtin girtin û yên siyasî ne. Di pêvajoyên darazê de, di pergala înfazê de polîtîkaya cudakar, nîjadperest û zayendperest di cezakirinê de tê meşandin. Hate piştrastkirin ku bi xalên ku bi şev hatine zêdekirin bêyî ku derfet bê dayîn ku di raya giştî de bên nîqaşkirin, bi lez û bez ji komîsyonê û meclîsê hatin derbaskirin. Rêbazek hate çêkirin ku rê nade kesên ku li piştî betlaneya Covîd 19 vegerin girtîgehê."
 
'Li girtîgehan pergala înfazê hate avakirin'
 
Nûray da zanîn ku hevkarê hikûmetê ji bo serkêşên mafyayê derbixe efûyeke taybet dixwaz û wiha got: “Herweha di girtîgehên Tirkiyeyê de bi sedan mehkûmên ku mafên wan ên serbestberdanê heye û înfaza wan hat şewitandin hene û girtina wan bi neheqî didome. Dema ku hikûmetê pêkanîna şewitandina înfazan sîstematîze kir, destpêkê bi girtiyên jin dest pê kir. Bi zêdekirina tecrîd û zextên li ser girtiyên jin zûtir encam girt. Niha ev rêbaz li hemû girtîgehan bûye pratîkeke hevpar. Girtiyên siyasî yên ku parastina mafên xwe dikin înfazên wan tên şewitandin. Li aliyê din Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê bi awayekî neqanûnî dest bi darizandinê kirin. Bi biryara van lijneyan dema girtina girtiyên siyasî tê dirêjkirin. Tu carî ewlekariya hiqûqî tune ye û efserên ku nasnameya wan ne diyar e, ku sîstema înfazê ya defakto ya ji aliyê hikûmetê ve hatiye avakirin pêk anîne, ji ber ku nêrîna wan a siyasî neguheriye, dikarin rapora 'ev girtî li gorî me tevnager' binivîsin. Bernameyên başbûnê bi tevahî li gorî poşmanbûna girtiyê siyasî  tê kirin.”
 
Li Meclîsê 'Xetereya zîhniyeta mêr'
 
Yelda bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye gelek biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn, bi taybetî jî biryarên ku ji bo girtiyên siyasî (DMME) die , bi cih nayîne û destnîşan kir ku jin dê li gorî biryaran tevbigerin. Yelda wiha bewam kir, “Ev têkoşîn dewam dike. Jinên ku vê têkoşînê didin  diyar in. Em ê biryara binpêkirinê ya ku me ji DMME'Yê girtiye pêşkêşî dadgehên herêmî bikin. Em ê tu carî dev jê bernedin. Ger rêziknameyek hebe ku wekheviya jin û mêr têde nebe, em ê bi hemû hêza xwe vê yekê biguherînin.” Yelda diyar kir ku dibe ku hikûmeta AKP-MHP, Partiya Refahê û HUDA PAR jî di nav de, ji bo êrîşî destkeftiyên jinan bike gavên nû biavêje, Yelda destnîşan kir ku divê jin ji vê rewşê re amade bin.
 
Banga têkoşîna hevpar
 
Di dawiyê de Yelda got, “Di hevdîtinên ji bo Destûra Bingehîn de dê rêziknameyên li dijî jinan hebin. Li hemberî vê ez bang li jinan dikim ku hişyar bin û bi hev re têkoşînê xurt bikin. Werin em bi hev re li dijî xeteriyên ku li benda me ne, têbikoşin."