Platforma Jinan a Îzmîrê: Em destur nadin perwerda zayedperest

  • 21:54 19 Tîrmeh 2023
  • Rojane
ÎZMÎR - Sekretera Şaxê 1’emîn ê Egîtîm Sen a Îzmîrê Gulsev Sarioglû ku di çalakiya Platforma Jinan a Îzmîrê de axivî, got:  “Em ê hewila yên dixwazin perwerdehiya keç û kur/ jin û mêr di nav hev de ji holê rabikin, bi têkoşîna xwe têk bibin.”
 
Platforma Jinan a Îzmîrê, di daxuyaniya xwe de ku li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancakê da, pankartê li ser ‘Na ji perwerdehiya paşverû-zayendperest re. Ji bo perwerdehiya laîk, zanistî û tevlîhev em rê nadin dibistanên keçan’ nivîsandî û dowîzên li ser ‘Em nahêlin perwerdehî bibin bi olî’, ‘Rê ji paşverûyan re nîn e, em li her derê ne’ û ‘Na ji perwerdehiya paşverû, nijadperest re’ nivîsandî hildan.Parlamentera Partiya Çep a Kesk Bûrcû Gul Çûbûk jî tevli daxuyaniyê bû.
 
‘Li dijî paşverûtiyê em li virin’
 
Sekretera Şaxê 1’emîn a Egîtîm Sena Îzmîrê Gulsev Sarioglû ku li ser navê platformê axivî, got ku desthilat û Wezareta Perwerdehiya Neteweyî, perwerdehiya keç û kur/ jin û mêr ji hev cuda, li civakê ferz dike ku civakeke yekrengî ava bike. Gulsevê destnîşan kir ku ev sûcekê makezagonî ye û wiha axivî: “Em jin, li dijî yên laîkî, demokrasî, wekheviya zayendî û azadiyê ji xwe re dikin armanc, dixwazin newekheviyê yekcar zêde bikin, dixwazin bidin zanîn ku em ê li her derê li ber xwe bidin. Em ê hewila yên dixwazin perwerdehiya tevlihev ji holê rabikin, têk bibin. Em nahêlin ku zarokên qîzîn, di malan de, bi malbatbûnê û dayikbûnê bên asêkirin. Li dijî paşverûtiya dikeve hewila vederkirina jinan ji qadên giştî, em li dibistan, kolan û li vê derê ne.”