Şêniyên Efrîn û Şehbayê şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kirin

  • 21:04 19 Tîrmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên Efrîn û şêniyên Şehbayê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi dirûşma ‘19'ê Tîrmehê şoreşa azadiya gelan û demokratîkbûna Sûriyeyê ye’ pîroz kir.
 
Bi hezaran koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê 11’emîn salvegera  Şoreşa 19'ê Tîrmehê li qada çalakiyan a li gundê Maratê ya navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê pîroz kir. Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Zelûx Bekir bi navê meclisa kantonê axivî. Zelûx Bekir bal kişand ser destkeftiyên şoreşê û astengiyên li pêşiya şoreşê.
 
Zelûx Bekir li dijî planên dewleta Tirk û çeteyan jî banga xurtkirina têkoşînê li şêniyan kir û got: "Em sala bê bikin sala rizgarkirina herêmên dagirkirî û azadî û demokratîkirina Sûriyeyê."
 
Endamê Meclisa Rûspiyên Kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed El Xişan jî û diyar kir ku bi destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê re gelên Kurd, Tirkmen û Ereb li hemberî pergalên serdest serî hildan û pêşengiya projeya neteweya demokratîk dikir.
 
El Xişan li dijî çavnebariyên dagirkeran û hevkarên wan  û ji bo rizgarkirina Efrînê banga hevgirtin û pêşxistina rêgeza şerê gel ê şoreşgerî kir.
 
Piştî axaftinan, hunermend Fatma Bîlal û Koma Çiyayê Kurmênc hinek stranên şoreşgerî û folklorî gotin. Hunermend Rêzan Bekir jî stran gotin û beşdaran li ber stranên wî xelekên govendê gerandin.