Hevdîtinên gel didomin

  • 20:01 19 Tîrmeh 2023
  • Rojane
AMED - Hevdîtinên gel yên HDP û Partiya Çep a Kesk li sê navçeyan berdewam kir. Welatiyan diyar kir ku divê îradeya gel esas bê girtin û divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad be.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk li Hezro, Erxenî û Farqîn a Amedê hevdîtinên gel pêk anîn.  Li gundên Şerxan, Munse yên Hezro civînên gel pêk hatin û hevseroka HDP’a Amedê Gulîsan Atasoy û endamên PM ya DBP’ê Garîp Kandemîr, endamên PM HDP’ê Kerem Canpolat û gelek welatî tevli bûn.
 
Gulîstan di civînê de axivî û şoreşa Rojava di salvegera wê de pîroz kir û da zanîn di tu demê de bi yek ruhî Kurdan wisa têkoşîn nemeşandibû. Piştî axaftinê gel mafê axaftinê girt. Welatiyan rexneyên xwe anîn ziman û kêmasiyên partiyê rexne kirin û her wiha tecrîda giran jî rexne kirin û gotin divê Abdullah Ocalan azad be.
 
Civîn bi axaftinan berdewam kir.