Parêzerên ku piştgirî dan malbata Jînayê dê bên darizandin

  • 14:36 19 Tîrmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 54 parêzerên ku li Îranê piştgirî dan malbata Jîna Emînî dê werin darizandin.
 
Jîna Emînî di 16’ê Îlonê de ji aliyê ‘Polîsên Exlaq’ ên Îranê ve li paytexta Îranê Tehranê di encama îşkenceyê de hate qetilkirin. Piştî qetilkirina Jîna Emînî pêla serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" destpêkê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, piştre li tevahiya cîhanê belavbû.
 
54 parêzeran par jî bi daxuyaniyeke hevpar piştgiriya xwe ya bi malbata Jîna Emînî re ragihandibûn. Derbarê 54 parêzeran de lêpirsîn hate destpêkirin. Parêzerên ku îfadeyên wan hatin wergirtin diyar kirin ku li pişt daxuyaniya xwe ne.
 
Tê payîn ku parêzer hefteya pêşiya me derkevin pêşberî dadgehê.