Jinên ereb li dijî tecrîdê kon vedan

  • 13:55 19 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Meclisa Jin a herêma Ereban a ser bi Şengalê, konê çalakiyê ji bo azadaiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat vedan û gelek welatiyên ji pêkhateyên ereb serdana kon dikin.
 
Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Şengalê çalakiyên cuda tên lidarxistin. Yek jî wan çalakiyan ji hêla Meclîsa Jinan a Herêma Ereban a Şengalê hat lidar xistin. Jinan li baxçeyê Mam Zekî li geliyê Şilo kon vedan. Çalakiya jinan dê sê rojan berdewam bike.
 
Çalakiya jinan bi daxuyaniyê destpêkir. Daxuyanî ji aliyê Meha Feysel ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Em wek jinên ereb ên Şengalê li vir radigihînin ku em ê 3 rojan ji bo azadiya Rêber Apo konê berxwedanê dayînin, di vê dema dawîde Dewleta Tirk a siyaseta xwe li hember Rêber Apo guherandine û xistiye bin tecrîdek giran.
 
Dewleta Tirk pîvanên dijî exlaqî dike û ev 4 sal in em agahî ji Rêberê xwe na girin, em nizanin ku di çi rewşê de ye. Jiyana wî di metirsiyê de ye. Heta nahêlin ku malbat û parêzerên wî jî seredan bikin. Ev yek qanûnên dij exlaqî û mirovî ne.”
 
Şert û zirûfên ku Rojhilata Navîn têre derbas dibe û pirsgirêkên kûr dibin, bi tecrîd kirina Rêber Apo ve girêdayî ye. Bila dewleta Tirk a dagirker rê bide ku malbat û parêzer serdan bikin emê bi bibînin ku çawa çareserî wê ji Rojhilata Navîn re were û gel ji vê kaosa heyî derbikeve.
 
Em wek jinên ereb ên Şengalê carek din li vir radigihînin ku Serok Apo yekem kese ku mafê jinê daye û bi jinê re dibe yek heya ku xwe li ser piyan bigire. Em ê jî bi fikir û felsefeya Serok Apo daye me, li dijî dewleta Tirk a faşîst bisekinin û heya azadiya fizîkê ya Rêber Ocalan li ber xwe bidin.
 
Em bêdengiya saziyên navnetewî û yên peyîwendîdar jî bi cidî şermezar dikin. Em di bêjin em sedsala 21’emîn de ne ku çawa rêberên gelan di zindana de ne. Emê wek jinên ereb heya dawî li dijî faşîzmê û siyaseta  AKP’ê, MHP’ê bisekinin, heta azadiya fîzîkî ya Rêberê me pêkneyê emê di nava çalakiyan de bin.”
 
Piştre ji gelek gundên ereban gel seredana konê çalakiyê kirin û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin. Di çalakiyê de li ser tekoşîna Abdullah Ocalan sinevizyonek hate pêşandan.
 
Piştî sînevîzyonê li ser navê Rêveberiya Meclisa Medîban a Ereba Ebû Xazî axivî, di serîde tecrîda liser Abdullah Ocalan şermezarkir û got: “Em bi navê Gelê Ereb tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Nahelin ku hevdîtin pêre bê çêkirin. Ev tecrîda li Îmraliyê tê meşandin nayê qebûlkirin û zilme li tevahiya mirovahiyê tê kirin.”