Li Minbicê şahiya Şoreşa Rojava

  • 13:19 19 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Minbicê bi minasebeta 19'ê Tîrmehê Şoreşa Rojava şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de hat diyar kirin ku serkeftin dê bibe para gel. 
 
Bi sedan şêniyên Minbic û gundewarên wê bi dirûşma "Şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa azadiya gelan û demokrasiya Sûriyeyê ye" li qada Dibistana Xesaniyê şahiyek li dar xist.
 
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê bi boneya salvegera 11'an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê şahî li dar xist. Di şahiyê de bi dehan xelkê Minbicê, endamên partiyên siyasî, rûspiyên eşîran, Tevgera Ciwanên Şoreşger, saziyên taybet bi jinan, komîte, meclisên sivîl, Meclisa Leşkerî ya Minbicê û mêvanên ji Tebqa û Kobanê beşdar bûn.
 
Di şahiyê de berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Riweyda Hinêdel axivî  û got: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê meşaleya rê li pêş Gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn a ber bi xwebaweriyê û girêdana bi azadî û demokrasiyê ve ye. Ev şoreş li şûna rejîma destpot a navendî û hêzên îdia dikin muxalif in, pêk hat. Em xwediyê vê xakê ne û bi vîna xwe em ê rêya xwe nexşe bikin. Em desthilat û zalimên serdema navîn red dikin. Roniya Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji Efrîn ber bi herêmên Cizîrê ve dest pê kir û bû modeleke çareya siyasî ji Sûriyeyê; ji aliyê pêkanîna îstîqrar, aştî, jiyana hevbeş û biratiya gelan."
 
Hinêdel di dawiyê de bang li hêzên demokrat û rizgariyê li cîhanê kir ku divê li hember berjewendiyên Erdogan ên dijminane werin sekinandin û hevgirtî bin da ku ev şoreş dewam bike.
 
Di dawiyê de hunermend Şadî Zibêdî yê ji Tebqayê stranên herêmî gotin, her wiha hunermend Xelîl Can ê ji Kobanê û hunermend Hêvî ya endama Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê stranên kurdî gotin.