‘Divê serlêdanên penabertiyê ya jinên hati sinetkirin bê qebûlkirin'

  • 13:15 19 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Partiya Kesk ya Elmanya û Wezîra Derfetên Wekhev ya Schleswig Holstein Amînata Tourê dixwaze li Elmanya gavên li ber çav ji bo jinên bûne ‘mexdurên sineta jinê’ bê avêtin. Tourê got: “Divê tenê sinetkirina jinê jî têrê bike ku serlêdanên wan yê pênabertiyê bê qebûl kirin.”
 
Pirsgirêkên jin jiyan dikin li tevahî cîhanê di rojevê de ne. Yek ji wan pirsgirêkan jî sinetkirina jinan e. Heya îro jî li rê pêşiya sinetkirina jinan nehatiye girtin. Li çar aliyê cîhanê tê texmîn kirin ku bi milyonan jin mexdûrê pêkanîna sineta jinê ne.
 
Li Elmanya, eyaleta Schleswig Holstein sineta jinan ketiye rojeva welat. Siyasetmedara bi eslê xwe ji Efrîqa ye Amînata Tourê daxwaz û taleba jinên bi sineta jin re rû bi rû hatine, ji bo naskirina serlêdana wan li ber çavan bê girtin.
 
Li gorî kovara Elmanya Der Spiegel ragihandî, Tourê ku endama Partiya Kesk ya Elmanya ye û heman demî  Wezîra Derfetên Wekhev ya Schleswig Holstein e jî, mijara sinetkirina jinê, bi daxwaza wek sedema naskirina penabertiya wan bê qebûl kirin cardin xist rojeva welat.
 
Amînata Tourê li hemberî mafê jinan û pirsgirêkên jiyan dikin re bi hesasiyet tevger kirinê girîng girt dest û got: “Divê êdî mafên jin û keçên penaber jî zêdetir ber çavan bê girtin û şîdeta taybet a zayendî wek sedemek ji bo penaberiyê bê naskirin”.
 
Pirsgirêka pêkanîna sinetkirina jinê de bi milyonan kes mexdûrin. Tenê li Elmanyayê tê gotin zêdeyî 100 hezar jinên mexdûr yên sineta jinê hene. Terre Des Femmes sala borî encama lêkolînek li ser sinetkirina jinê eşkere kirîbû û tê de hatibû diyarkirin ku zêdeyî 17 hezar jinên cîwan li Elmanya di bin gefa pêkanîna sineta jinê dene.